H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan geşbînîya bi tedbîr anî ziman yên Ermenîstan-Adirbêcanê yên li Alma Atayê de geşbînîya bi tedbîr nîşan da

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan têkildarî mûzakereyên ermenîya-azêrîya yên ku wê wê 10 ê gulanê  li Alma Atayê bên kirin jî bal kişand ser encamên wan.

Li gorî “Armênprêss” ê, wî li ser vê yekê di civîna çapemenîyê ya hevpar bi wezîrê Macaristanêyî karên der Pêtêr Sîyartora axivî.

 “Ez dixwazim pabendbûna Ermenîstanê ya ji bo rojeva aştîyê dubare bikim. Em bi dilpakî, avakar û bi îradeyeke baş di danûstandinan de ne û em piştrast in ku pêkanîna aştîya dawî bi rastî di berjewendîya her du welatan de ye, Ermenîstanê û Adirbêcan û her du gelan. Ez jî dixwazim di derbarê hevraxeberdanên bê de geşbînîya bi tedbîr nîşan bidim”.

Ararat Mîrzoyan li ser nêrîna rojnamevanekî Adirbêcanê ku got, pevguhertina pakêtên peymana aştîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê dişibihe dîplomasîya “pîng-pong”ê, wiha bersivand:

“Di çarçoveya heman dîplomasîya pîng-pongê de, me berê jî li ser gelek xalan li hev kir, û hûn jî dizanin ku pêvajoyên paralel diqewimin: komîsyonên me yên sînor dicivin û di rastîyê de dest bi pêvajoya xêzkirinê kirine, li ser esasê li hev kirine. Serokên her du welatan gelek hevdîtin pêk anîn û dîsa li ser mijarên sereke li hev kirin. Mînak, ya herî girîng ew e ku her du welat li ser esasê danezana Alma Atayê ya sala 1991 ê bi hev re naskirina yekparçeyîya axa hevdu piştrast bikin û sînorkirin jî li gorî wê danezanê pêk bê. Wek ku min behs kir, ev yek di xebatên komîsyonên sînor de jî xuya dike û lihevkirinek heye ku ev yek di bingeha rêziknameya pêvajoya xêzkirinê de bê xuyang kirin”.

Mîrzoyan amaje bi danûstandinên dahatî yên li Alma Atayê û pêrspêktîvên wan jî kir, hêvî xwest ku bi hevkarê Adirbêcanê re lihevkirinek çêbibe û heman xalên li peymana aştîyê bi awayekî zelal nîşan bidin.

“Ez dikarim bêjim ku piştî wê em ê gelekî nêzîkî lihevkirina dawîn bin.” Ji hev têgihiştineke tam, lê berjewendîya Ermenîstanê di vekirina hemû rêyên veguhestinê û ragîhandinê de bi Adirbêcanê re heye, li ser bingeha serwêrîya welatan, dadrêsîya neteweyî û her weha li gorî prînsîpên beredayî.

Berîya niha berdevka wezîreta karên der ya Ermenîstanê Anî Badalyanê ragihandibû ku li gorî lihevkirinên ku berê hatine kirin, danûstandinên di navbera wezîrên karên der yên Ermenîstanê û Adirbêcanê  wê di 10 ê gulanê  li Alm Atayê (Qazakistan) bên kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button