H’emû nûçeSereke

Emê Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî rexne bikin, heger menîya wê yekê hebe: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye,wekî desthilatdarîya Ermenîstanê wê Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî rexne bike, heger menîya wê yekê hebe, lê heger menî tune, ew amada nabe rexne bike, çimkî rexnekirina şuxulkarîya wê sîstêmê bona wan armanc nîne.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Paşînyan derheqa wê yekêda wextê press-konfêraênsa 7 ê gulanê gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku desthilatdarîya Ermenîstanê ditirse Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî rexne bike.

“Gelo rexnekirina Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî armance? Rexnekirin wê wî çaxî bibe, heger menî hebe, lê heger menî tunebe, rexnekirin jî wê tunebe”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button