H’emû nûçeSereke

Gelo Paşînyan  bi Pûtîn re li ser mijara derketina ji  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gotûbêj bike? : ji civîna sibê çi hêvî dikin?

Her çend serokwezîr Nîkol Paşînyan beşdarî merasîma sondxwarinê ya serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn nebû jî, piştî navbereke nîv salî îro  bi Pûtîn re bicive. Paşînyan ewil dê serokatîya civîna konsêya bilind ya aborî ya Avrasyayê bike û piştî wê civîna dualî pêk bê. Alîkarê serokê Rûsyayê Yûrî Ûşakov got ku gelek mijarên ku bên nîqaşkirin hene.

 “Di van demên dawî de, di têkilîyên navbera Rûsyayê û Ermenîstanê de mijarên bi pirsgirêk kom bûne, ku weke ku em li bendê ne, dê bi eşkereyî di navbera lîdêran de bên nîqaşkirin. Hûn dizanin ku Paşînyan di meha nîsanê de ragîhandibû ku têkilîyên bi Moskvayê re di demên herî baş de derbaz nabin. Di van demên dawî de, têkilîyên di navbera welatên me de di astên cuda de bi awayekî berçav kêm bûne. Rexne hem li Rûsyayê hem jî li Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv tên kirin”.

Li gorî nûnerê Krêmlê, Ermenîstan dê ji fînansekirina   Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dûr bisekine. Derbarê vê mijarê de ji wezîreta karên der ya Ermenîstanê ne mimkûn bû ku şîroveyek bê girtin.

Alîkarê serokê Rûsyayê her wiha bal kişand ser wê yekê ku Ermenîstan bi welatên rojava re peywendîyên xwe pêşdixe û bijardeyên ji bo endambûna Yekîtîya Avropayê dinirxîne û bi NATO re jî aktîv dike.

Li ser hevdîtina îro ya bi Pûtîn re jî, Paşînyan parantez venekir, tenê destnîşan kir ku gelek pirsgirêkên kombûyî hene.

“Em di wê bîr û bawerîyê de bûn ku ev mijar bi mebesta derxistina nûansên neyînî ji çarçoveya têkilîyên dostane yên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de tên rojevê û helbet emê hemû rojeva têkilîyên xwe yên dualî û piralî gotûbêj bikin” Paþînyan gotîye.

Ji hevdîtina Paşînyan-Pûtîn tê çi hêvîkirin, gelo dibe ku mijara derketina Ermenîstanê ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv jî be rojevê? Sîyasîzan Stepan Grîgoryan difikire erê.

Her çend Ermenîstan ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  derneketibe jî, beşdarî xebatên rêxistinê nabe, di nav de tetbîqatên leşkerî yên hevpar. Nîkol Paşînyan ji platforma jimare ya sîyasî ya welêt ragihand ku  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de cûre red dike ku qada berpirsîyarîya xwe li Ermenîstanê tomar bike û bi awayekî rast bersiv nedaye kêşeyên ewlekarî yên Ermenîstanê, her wiha ev yek ji bo Ermenîstanê bûye sedema pirsgirêkên ewlehîyê. Herî dawî jî wî daxuyand ku Ermenîstanê defakto endamtîya xwe ya  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  qerimandîye.

Wê Paşînyan van hemûyan raste-rast bi serokê Rûsyayê re biaxive? Stepan Grîgoryan vê yekê red nake. Li gorî zanyarê sîyasî, Pûtîn dê ji Paşînyan re pêşnîyar bike ku xwe ji nîyeta xwe ya nêzîkbûna Rojava vekişîne û di berdêla wê de tiştekî raber neke.

Li gorî nêrîna zanyarê sîyasî Tîgran Grîgoryan, her çend serokên Ermenîstane û Rûsyayê pirsgirêkên di têkilîyên navbera welatan de biaxivin jî, ne hewce ye ku ji civînê daxuyanîyên sereke yan jî guhertinan bên hêvîkirin. Sîyasîzan nafikire ku Rûsîya daxwazên nû raberî Ermenîstanê bike, ew dibêje ku di vê qonaxê de ji Moskvayê re pêşîyên din hene. Paşînyan û Pûtîn cara dawî di kanûna sala 2023 a de li Sank Pêtêrbûrgê dîsa di çarçoveya civîna konsêya bilind ya aborî ya Avrasyayê de hatin bal hev. Alîkarê Pûtîn got ku piştî wê rêberên her du welatan di pratîkê de danûstandin nekirine, lema ev hevdîtin dê ji bo zelalkirina gelek mijaran bibe alîkar.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button