H’emû nûçeSereke

Min vexwendina bona beşdarbûna li merasîma sondxwerina serokê Rûsîyayê nestendîye: Paşînyan

Bona çi Nîkol Paşînyanê serokwezîr beşdarî merasîma sondxwerina serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn nabe, lê pêşda ew beşdarî sondxwerina serokê Tirkîyayê Êrdogan bûye?

Wextê press-konfêransê, Paşînyan da zelalkirinê,wekî bona beşdarbûna li merasîma sondxwerina serokê Tirkîyayê ewî vexwendin stendibû û usa jî bi hesabhildana rojeva ermenîya-tirka, ew beşdar bûye, lê ji alîyê serokê Rûsîyayêda ewî vexwendin nestendîye.

“Ji serokê Rûsîyayê min vexwendin nestendîye û heger min bistenda, axaftina roja îroyîn wê bona min kêmtir girîng nîbûya, çimkî gelek pirsên girîng em gotûbêj dikin.

Ez hêvîdarim ku hûn jî wî cûreyî qîmet dikin, çimkî heger me çawa tiştekî negirîng hesab bikira, wî çaxî weyê bona çi ev pirs bida min. Hemû pirs jî girîngin”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button