H’emû nûçeSereke

Wextê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der, wê usa jî pirsa derheqa kirina dêklarasîya Alma Atayê nava peymana aşîtîyê  bê gotûbêjkirinê

Wextê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der pirseke rojeva hevdîtinê ewe, ku pirsa derheqa dêklarasîya Alma Atayê bikine nava peymana aşîtîyê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê prêss-konfêransê gotîye, dema ku ewî  bersiva wê pirsê daye ku bona çi Bekû qayîl nabe dêklarasîya Alma Atayê bike nava peymana aşîtîyê.

“Ev pirs dikeve nava rojevê û ewê wextê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der, ya li Alma Atayê, bê gotûbêjkirinê”,- Paşînyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî dêklarasîya Alma Atayê ji alîyê Ermenîstanê û Adirbêcanêda çawa bingeha dîyarkirina sînora hatîye qebûlkirinê. Ew yek ji alîyê herdu welatada bi dereca bilind hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button