H’emû nûçeSereke

Ji alîyê hevkarîya êkonomîkîda, ya tevî Ermenîstanê, hemû tişt başe: borcbirê cîgirê serokê Rûsîyayê

Ermenîstan kara  mezin ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî distîne. Derheqa wê yekêda borcbirê cîgirê serokêwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk gotîye.

Ewî serda zêde kirîye,wekî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bona kara xebata çêkirinê, ya nava çarçoveya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bi xwe xeberdaye.

“Kara her binelîkî Ermenîstanê, ya kîsî zêdebûna kirîn-frotanê, dubare bûye, ya ku di navbera welatên endamda bi têmpên lez pêşda diçe”,- Ovêrçûk gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan ji hevkarîya tevî Rûsîyayê û welatên yekîtîyêye mayîn kara mezin distîne.Ovêrçûk serda zêde kirîye wekî hindava bahên rêsûrsên ênêrgîyayê û xurek Ermenîstan karê dikeve.

Bi gotina borcbirê cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê, kirîn-frotan bi têmpên gelekî bilind pêşda diçe. “Nava hevkarîya êkonomîkîda, ya tevî Ermenîstanê, hemû tişt başe”,-Ovêrçûk gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button