Serokê Herêma Kurdistanê bi şandeyeke wezîreta karên der ya Amêrîkayê re li ser mijarên mafên mirovan, hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê û rewşa Şengalê gotûbêj kirine.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgira wezîrê karên Der yê Amêrîkayê yê karûbarên asayîşa sîvîl, dêmokrasî û mafên mirovan Ezira Zîya û şandeyeke pê re qebûl kirîye.
Serokatîya Herêma Kurdistanê ragîhand ku balyozê Amêrîka yê Îraqê û hejmareke berpirsên wezîreta karên der ya Amêrîkayê li civînê amade bûne.
Hat ragîhandin ku mijarên wekî rol û bandora rêxistinên sîvîl, rewşa penaber û civakan û parastina mafên mirovan, pêşxistina dêmokrasî û azadîyan li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Her du alîyan li ser hin çavdêrî û kêmasîyên di warê mafên mirovan û azadîyan de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Herwiha li ser giringîya berdewamîya hevkarîyê di navbera alîyên pêwendîda ji bo pêşxistina wan mijaran li Herêma Kurdistanê hemfikir bûn.
Herwiha tekezî li ser bipêşxistina nirxên hevbeş û parastina mafên pêkhateyên êtnîkî û olî hat kirin.
Ezira Zîyayê pesinê çanda bihevrejîyanê, lêborîn û piralî li Herêma Kurdistanê da û amadehîya alîyên pêwendîdar ji bo alîkarîya Herêma Kurdistanê ji bo bipêşxistina mafên mirovan û azadîyan, dêmokrasî û rola serwerîya yasayê kir.
Wê herwiha Herêma Kurdistanê wek “hevkareke girîng ya Amêrîkayê” bi nav kir.
Rewşa êzidîyan û giringîya bicîhkirina rêkeftina di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Îraqê de ji bo asayîkirina rewşa Şengalê, hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê, vegera xwebexş ya penaberan, jîyana penaber û penaberên li qampan mijarên din yên civînê bûn.