H’emû nûçeSereke
Paşînyan û Pûtîn nava vê pirsêda bi hevra qayîl bûne: Pêskov derheqa derxistina leşkerên Rûsîyayêye ji qezayên Ermenîstanêye cuda-cuda xeberdaye
Berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov, derheqa birîyara derbarê derxistina leşkerên sînorxweykir û yên mayîn, yên Rûsîyayêye li qezayên Ermenîstanêye cuda-cuda xeberdaye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Pêskov gotîye RÎA Novostîyê: “Bi rastî ew yek wî halîva girêdayîye,wekî qewil hatine guhartinê, Paşînyan û Pûtîîn nava vê pirsêda bi hevra qayîl bûne”.
Pêskov serda zêde kirîye,wekî bi hîvîkirina alîyê ermenî sînorxweykirên rûs wê tenê li ser sînorên Îranê û Tirkîyayê bimînin.