H’emû nûçeSereke

Pêwandîyên Rûsîyayê û Ermenîstanêye êkonomîkî gelekî başin: Ovêrçûk

Pêwandîyên Rûsîyayê û Ermenîstanêye êkonomîkî gelekî başin.Derbarê wê yekêda borcbirê cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk gotîye RÎA Novostîyê.

“Pêwandîyên meye êkonomîkî, yên tevî Ermenîstanê gelekî başin. Sala derbazbûyî kirîn-frotana di navbera meda githîştîye 7,3 mîlyard dolarî”,- Ovêrçûk gotîye.

Du roj pêşda, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li Moskvayê beşdarî civîna Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bûye, piştî kîjanê hevraxeberdanên serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û Paşînyan pêk hatine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button