Qîmetîyên miletîyê, yên cimeta Komara Ermenîstanê li gorî serokwezîr
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê peyamek weşand û nirxên netewî yên gelê Ermenîstanê weşand.
Nivîsar li jêrêne.
Nirxên neteweyî yên gelê Komara Ermenîstanê ev in:
. Dewletbûna Ermenîstanê: Komara Ermenîstanê.
. Serxwebûn, serwerî, welatîbûn, dêmokrasî, artêşa Komara Ermenîstanê.
. Dîroka Ermenîstanê, folklora gelê ermenî: destan, bawerî, efsane.
. Ziman û herfên ermenî, edebyeta ermenî, tê de wêjeya wergerandin, zanîn, zanîst.
. Potênsîyala hemermenî, dîyaspora ermenî.
.Welat, malbat, ferd.
. Dêra ermenî ya pîroz, dêra Ermenî ya katolîk, dêra Ermenî ya evangelist, xirîstîyanî.
. Aşûgên ermenî, gûsan, mûzîka gelêrî, klasîk, orîjînal û pop, dîlana ermenî, hunerên bedew yên ermenî, hunera sehneya ermenî, mîmarîya ermenî.
. Xwezaya xwecihî bi cihêrengiya biyolojîkî.
. Pêşketin, azadî, xwehezkirin, mêvanperwerî, perwerdehî, xîret, qanûnparêzî, rêzgirtin û tolêransa li hember gel, olan.
. Hestên biratî û têkilîyên li himber hindikahîyên netewî û yekitîya neveqetandî ya bi wan re, ku ji alîyê hemwelatîya Komara Ermenîstanê ve tê dîyar kirin.
. Pêjgeha ermenî, hemî ew nimûneyên mîrateya nehsandî û nemadî yên ku nirxên neteweyî yên gelên Komara Ermenîstanê yên ku li jor hatine destnîşan kirin, îfade dikin, teswîr dikin, rave dikin yan sêmbolîze dikin.