H’emû nûçeSereke
Fonda Avrasîyayê, ya qewînbûnê û pêşketinê 100 mîlyon dolar daye Ermenîstanê
Şêwira fonda avrasîyayî, ya qewînbûnê û pêşketinê birîyar kirîye ku bi armanca piştgirîya êkonomîkî gorî 100 mîlyon dolar piştgirîyê bide Ermenîstanê.
Îdara fondêye çapemenîyê ragîhandîye,wekî ev piştgirî wê bona byûcêya sala 2024 a bê dayînê û bona bernamên hukumatêye werguhastina bê mîyaserkirinê.
Fonda Avrasîyayêye qewînbûnê û pêşketinê mêxanîzma bi 9 mîlyard dolarîye, ya ku sala 2009 a bi înîsîyatîva Ermenîstanê, Bêlarûsê, Qazaxistanê, Qirqizstanê, Rûsîyayê û Tacîkstanê hatîye sazkirinê. Armanca fonda Avrasîyayê ewe, ku piştgirîyê bidine welatên endamên fondê, li kîderê pêwîste bona pêşketinê û qewînbûnê alîkarîyê bidin.