H’emû nûçeSereke
Hêzên cerdevanên sînor yên Rûsyayê dest bi derketina ji herêma Syûnîkê kirin: Sputnik Armênia

Li gorî nûçeya Sputnik Armênîya yê, wana dest bi girtina nuqteyên seferberî yên li herêma navbera Gorîs û Çakatênê kirine.
Piştî şerê 44 rojan yê kanûna sala 2020 î li vê herêmê hatin bicîhkirin.
Berîya niha serokê fraksîya “Peymana sîvîl” ya parlamênta Ermenîstanê Hayk Koncoryan der barê vekişîna leşkerên Rûsyayê ji parêzgehên Gêxarkûnîkê, Syûnîkê, Tavûşê, Araratê û Vayos Zorê de ragîhandibû.
Ji alîyê xweda, sekrêtarê çapemenîyê yê serokê Rûsyayê Dmîtrî Pêskov ragîhand, ku di civîna 8 ê gulanê ya li Moskvayê ya serokên her du welatan de, li ser vekişîna leşker û zêrevanên sînorî yên Rûsyayê ji çend navçeyên Ermenîstanê li hev kirin.







