H’emû nûçeSereke

Serokê akadêmîya leşkerî, ya ser nave Vazgên Sargsyan beşdarî hemcivîna NATO ê bûye

Ji 7 a hetanî 10 ê gulanê, li Waşîngtonê hemcivîna serokên îdarên leşkerî, yên welatên endamên NATO ê û welatên hevkar pêk hatîye, beşdarî kîjanê bûye usa jî serokê akadêmîya leşkerî, ya wezîreta Ermenîstanêye parastinêye ser navê Vazgên Sargsyan, Arsên Mangasaryan.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî wextê hemcivînê, pirsên heyî û yên pêşerojê û gavên bona helkirina wan pirsa hatine gotûbêjkirinê. Xeberdan usa jî derheqa mêtodên hînkirin û perwerdekirina fermandarada çûye.

Hatîye dîyarkirinê,wekî wextê hemcivînê, Arsên Mangasaryan rastî serokên sîstêmên hevkar hatîye, pevketinên derheqa hevkarîyêda hatine destanînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button