H’emû nûçeSereke

Yêrêvan  sala 2024 a  mêvandariya civîn û forûma karsazîyê ya salane ya banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê qebûl bike

Heftîya tê, Yêrêvan wê civîn û forûma karsazîyê ya salanaye  33 a ya banka avakirin  û pêşketina Avropayê, “Werin em bi hev re bandorekê bikin” qebûl bike.

Li gorî “Armênprêss”ê, ev çalakî wê li Ermenîstanê ya here mezin be û dê pêşwazîya zêdetir ji 2000 beşdarên navneteweyî bike, û bijartina cîhê wê nîşana piştgirîya berdewam ya banka avakirin  û pêşketina Avropayê,  ji welat û herêma Kafkasîyayê re ye.

Civîna sê rojan wê 14 ê gulanê  vebe û dê rayedarên hukumetê, serokên darayî û pargîdanî, karsaz, nûnerên civaka sivîl û mêdyayê yên ji herêmên cîhê ku ji hêla banka avakirin  û pêşketina Avropayê ve têne xizmet kirin beşdar bibin.

15 ê gulanê  li têatroya opêra Yêrêvanê, di rûniştina vekirinê ya miclîsa walîtîyê de serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan biaxive. Axaftina vekirinê dê ji alîyê alîkarê serokê lijneya rêveberîyê Gîntarê Skaystên, wezîrê malîyeyê yê Lîtvanya û seroka  banka avakirin  û pêşketina Avropayê Odîl Rêno-Baso ve bê kirin.

16 ê gulanê de, rêvebir dê serokek hilbijêrin ku dê çar salên pêş de bankê bi rê ve bibe. Xanim Rêno-Baso yekem car di civîna salane ya bankê ya sala 2020 a de ji bo rola xwe hate hilbijartin û heyama wê ber bi dawîbûnê ve diçe.

Tê got ku parêzgar dê di heman demê de dest bi “xerîta rê” ya paşîn ya bankê bikin, çarçoveya stratêjîk û sermayeyê, ku dê pêşînîyên xwe ji bo sala 2026-30 destnîşan bike.

Forûma karsazîyê dê gelek mijaran nîqaş bike, wekî girîngîya girêdana herêmî û zincîreyên nirxê: îstîxbarata çêkirî û ewlehîya sîber, ewlehîya ênêrjîyê û çavkanîyên nûjenkirî, kêşeyên ku ji ber şerê li dijî Ûkraynayê, dîjîtalîzasyona li bazarên nûbûyî, û tevlêbûna darayî.

Axaftvanên vexwendî yên çalakîyê ev in: Nûbar Afêyan, hevavakarê Modêrna, Tîêrî Dîû Meridiasm, Martîn Vûlf ji Financial Times, Ranîa Al-Maşat, wezîra hevkarîya navneteweyî ya Misrê, Marî Lû Papazyan, sîyasîzan, zanyar Mêlanî Garson, profêsor û dîrokzan Harold Cêyms  û alîkara wezîrê xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî ji bo bazirganî û pêşkeftina navneteweyî Alêksîa Latortû.

Bank dê di 15 ê gulanê de rapora xwe ya pêrspêktîv aborîya herêmê jî biweşîne.

Yek ji bûyerên girîng yên forûma karsazîyê jî rûniştina pêrspêktîvên veberhênanê yên Ermenîstanê ye ku di heman rojê de tê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button