Bi razîbûna cîhana şaristanî ya bêdeng, gav bi gav şopa çanda ermenîyan li Qerebaxê tê tunekirin: fonda “Gexard”

Hilweşandina temelê dêra Hambarzûmê Pîroz ya Bêrzorê jî nîşaneke din ya vandalîzma Adirbêcanê ye. Li gor rapora “Armênprêss” ê, ev yek di daxûyanîya fonda zanistî û analîtîk ya “Gêxard” de hatîye ragîhandin.
“11 ê gulana sala 2024 a de li ser întêrnêtê wêneyek hatîye parvekirin û tê de bi zelalî tê dîtin ku Adirbêcanê kolana Bêrzorê bi temamî wêran kirîye. Ev dîyardeya birêkûpêk ya vandalîzmê ji bo wê dewletê dîyardeyeke hevpar e, ku yek ji problêmên wê yên sereke têkbirina şopên ermenîyan yên li herêmên dagirkirî ye.
Ev qirkirina çandî ye ku wiha tê pênasekirin: îhmalkirin yan tunekirina bi qestî nirxên çandî yên komeke êtnodînî yan olî, ku yek ji kiryarên ku bi gênosîdê ve girêdayî ye. Armanc ew e ku bê îzbatkirin ku ev kom tu carî li herêmê nejîyaye û hebûna çandê tuneye” ,- fondê ragîhandîye, bi bîr xistîye ku sala 2022 a de “Rêxistina sîvîl ya parastina abîdeyan” ya Adirbêcanê daxuyanîyek da û dîyar kir ku dest bi ji nû ve avakirina dêra Berzor kirine.
“Girîng e bê gotin ku polîtîkaya dewleta Adirbêcanê ya bi nûnertîya Elîyêv û rêjîma dîktator ya ku wî efirandîye, bi awayekî vekirî daxuyanî da û dîyar kir ku wê mîrata ku di van sî salên dawî de ji alîyê ermenîyan ve hatîye efirandin, tune bike. Mînaka herî berbiçev ya vê yekê wêneya ku di 25 ê adara sala 2021 ê de ji hêla BBC ve hatîye parve kirin bû, ku tê de tê dîtin ku dêra li Mêxakavanê (sala 2013 a de hatîye çêkirin) bi temamî hilweşîyaye.
Ji ber vê yekê bi bêdengîya cîhana şaristanî, gav bi gav şopa çanda ermenîyan li axa Arsaxê tê tunekirin. Guman tune ku Adirbêcan qirkirina çandî ya plankirî temam bike. Ew şahîdên bûyerên li Naxîcevanê û herêmên din yên di bin kontrola Adirbaycanê de ne”.
Fonda zanistî û analîtîk ya “Gexard” kiryareke din ya vandalîzma dewleta Adirbêcanê bi tundî şermezar dike.







