H’emû nûçeSereke

Encamên komîtêya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê ji alîyê Adirbêcanê ve derbarê pêkanîna erkên xwe de

Komîtêya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê sala 2024 aye 10 ê gulanê de, encamên dawî yên derbarê bicihanîna erkên Adirbêcanê yên di çarçoveya Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê de hatin weşandin.

Sala 2024 a 22 ê nîsanê de, pispora pirsên hiqûqî ya rêxistina “Parastina mafên bê sînor” Anna Melîkyan, di çarçoveya çavdêr ya 5 emîn de dozên îşkence û windakirinên bi destê zorê yên ji alîyê Adirbêcanê ve li girtîyên ermenî yên şer û sîvîlan hatine kirin, raber kir.

Rêxistinan dîyar kirin ku ji çaremîn vekolîna demkî ve, Adirbêcanê pêşnîyarên komîtêyê ji bo mîsogerkirina nêzîkatîya sifir tolêransê ji bo pirsgirêka berdewam ya îşkenceyê û pêkanîna bêcezakirinê pêk neanîye.

Komîtêyê di raporta xwe de dilgiranîya xwe berbirî li ser raporên binpêkirinên hovane û cidî yên hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan ji alîyê hêzên çekdar yên Adirbecanê di çarçoveya şerê Qerebaxê de, ku li dijî girtîyên ermenî yên şer hatine kirin û kesên din yên parastî yên bi esliê xwe netewî û etnîkî, di nav de kuştinên bê dadwerî, îşkencekirin û şêweyên din yên xirabkirinê, û herwiha tomarkirin û belavkirina vîdyoyên tawanên ku kiryarên hovane nîşan didin, di nav de serjêkirin, bêrêzîkirin û sinetkirina hemû kesan, di nav de, li ser kamêrayê ku tê bawer kirin.  

Komîtê di raporta xwe de tekezî li ser cewhera mutleq ya qedexekirina îşkenceyê dike, û ku tu şert û mercên awarte, çi rewşa şer yan tehdîda şer, ne aramîya sîyasî ya navxweyî û hem jî rewşa awarte ya giştî, nikare wekî hincetek ji bo êşkenceyê bê destnîşan kirin, dûrxistina ji wî mafî, û ku erkên ku ji vê qedexeyê derdikevin, ne mijara berdêl in. Komîtêyê her wiha bi bîr dixe ku peymana Jênêvê ya li ser muameleya girtîyên şer ji bo hemû rewşên şerê çekdarî di navbera her du alîyên peymankar yên bilind de derbas dibe, bêyî ku şer hatibe ragîhandin.

Pêşniyarên komîtêyê yên ji Adirbêcanê re, di nav yên din de, ev in:

Di asta herî bilind de eşkere bike ku her binpêkirina yasaya mirovî ya navneteweyî û yasaya mafên mirovan ku bi şerê li herêmê ve girêdayî ye yan jî bi awayekî din bi muameleya bi ermeniyên etnîkî û neteweyî re têkildar be, bi tevahî nayê qebûlkirin, lêpirsîneke bilez, serbixwe, bêqalî, zelal û bi bandor bike.Adirbêcanê hemî îdiayên binpêkirina yasaya mirovî ya navneteweyî û mafên mirovan ji hêla personelên leşkerî û ajansên cîbicîkirina yasayê ve di çarçoveya şer û girtina pêrsonelên leşkerî li herêmê, di nav de îdîayên kuştinên bê daraz, îşkencekirin, û muameleyên din yên nemirovane, bi awayekî guncaw û sûcdar û mexdûran yan jî endamên malbatên wan ceza bike,

Piştrast bike ku vekolîn û dadgehkirin kiryarên her kesê di opozîsyona fermandarî yan berpirsîyarîya bilind de ye ku dizanibû yan divîyabû bizanîya ku bindestên wan kuştinên bê daraz, îşkencekirin yan muameleya xerab, yan tawanên şer yên din pêk anîne yan jî dibe ku bikirana, avêtina gavên maqûl û tedbîrên pêşîlêgirtinê yên pêwîst,

Piştrast bike ku qanûnên mirovahî yên navneteweyî di hemî pevçûnên çekdarî yên navneteweyî û nenavdewletî de ku Adirbecan tê de beşdar dibe, tê sepandin, di nav de qanûnên têkildar û guncan yên li ser binçavkirin, parêzbendî û berdana endamên karûbarê, û mîsogerkirina gihîştina komîtêya navdewletî ya xaça Sor ji bo hemî herêmên ku dibe ku êsîrên şer lê dihatin ragirtin

Bifikirin ku hûn bi qanûna Romayê ya dadgeha cezayê ya navneteweyî re tevbigerin, yan jî bi kêmanî bi dayîna daxuyanîyekê li gorî xala 12 a, paragrafa 3 a, ya qanûna Romayê, hiqûqa dadgehê qebûl bikin, û wekî din bi dadgehê re hevkarîyê bikin.

Komîteyê banga şermezarkirina axaftinên nefretê, tehdîd û êrîşên li dijî ermenî û hemû komên din yên kêmnetewe yên bi esliê xwe netewî û etnîkî di asta herî bilind de ji raya giştî re kir, û ji bo nepejirandina van tehdîd û êrîşan, çi bi kiryar û çi bêçalakî, bi mîsogerkirina bilezkirina wan. Lêpirsîneke berfireh û bibandor bêyî ku ferq bike ka kiryar kî ye û her motîvasyoneke cudaxwaz ku dibe sedema van kiryaran, piştrast bike ku sûcdar li gorî giranîya kiryarên xwe têne darizandin û ceza kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button