SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê nimûneya berxwedana gelekî ne

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 50 salîya şehîdkirina Leyla Qasimê de peyamek belav kir û gotîye “Ew û hevalên wê nimûneya berxwedana gelekî ne”.

Îro 50 sal di ser şehîdkirina xwandekar û xebatakara rêya rizgarîya Kurdistanê Leyla Qasimê re derbas dibin ku 12 ê gulana sala 1974 a ji alîyê rêjîma BAAS ê ya Îraqê ve hat îdamkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew bi bîr anîn û li ser hesabê xwe yê tora mêdyaya civakî di peyamekê de got:

“Em di 50 salîya şehîdkirina wan de, silav û rêzên xwe ji bo ruhê pak ê şehîd Leyla Qasimî û hevalên wê dişînîn.

Ew nimûneya canfedayî û berxwedana gelekî ne ji bo azadî û serfirazîyê.

Her tim amade bû her qurbanîyekê bide û tu carî radest nabe.

“Leyla Qasim nimûneya keçeka xwedî îrade ya Kurdistanê ye.

Leyla Qasim nimûneya keçeka xwedî îrade ya Kurdistanê ye ku xatiraya wê dimîne”.

Leyla Qasim û 5 ciwanên kurd yên bi navên Nerîman Fûad Mestî, Cewad Hemwendî, Hesen Hema Reşîd û Azad Silêman Mîran 12 ê gulana sala 1974 a ji alîyê rêjîma BAAS ê ve hatin darvekirin.

Leyla Qasima ku bûye sembola wêrekî û cesaretê dema îdamkirinê marşa neteweyî ya Ey Reqîb xwend û ji bo heta hetayê di hizra neteweya kurd de zindî ma.

Leyla Qasim yek ji wan jinan e ku di dîroka sîyasî ya Kurdistanê de bûye pêşeng û sembola qehremanîya şoreşgêrîyê.

Leyla Qasim sala 1952 a li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Sala 1970 yî dema ku li zanîngeha Bexdayê beşa civaknasîyê dixwend, di 18 salîya xwe de bû endama Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK).

Herwiha di sala 1972 a de jî di damezirandina Yekîtîya xwendekarên Kurdistanê de cîh girt.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button