H’emû nûçeSereke

Roja îroyîn Adirbêcanê beşên axa Ermenîstanê dagir kirîye û ew gerekê ji wan cîhên dagirkirî derkeve: baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê

kîjana derheqa piştgirîya xweda elam kirine, ya hindava Yêrêvanê û Bekûyê, girêdayî cudakirina sînoraye li qeza Tavûşêva. Fransîya li Rojavayê tifaqdara ermenîyaye here nêzîke, lê hetanî roja îroyîn bêdenge.Gelo tabîya Parîzêye nava vê pirsêda kîjane? Dora wê têmayê baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvyê Dêkotînî tevî radyoa “Azaî” ê xeberdaye.

Bi gotina Olîvyê Dêkotînî, ew yek başe wekî cudakirina sînora destpê dibe.Ew yek jî başe wekî ew li ser bingeha dêklarasîya Alma Atayê destpê dibe û ew yek gerekê berdewambe.Bi gotina bayloz, Ermenîstan li ser hîmê wê dêklarasîyayê amadeye berbi berdaxustina here û  ew hêvîdare wekî Adirbêcanê jî berbi berdaxustina here.

“Adirbêcanê niha çend beşên axa Ermenîstanê dagir kirîye û ew gerekê ji wandera derkeve, serokwezîrê Fransîyayê  van axirîya derheqa wê yekêda bîr anîye.Em jî usa difikirin,wekî ev pêşketine, ya ku hewca berdewamêye.Em hêvîdarin wekî cudakirina sînora nava çarçoveya wan prînsîpada wê berdewambe, dora kîjana Adirbêcan û Ermenîstan li Prahayê bi hevra qayîl bûne.Ew dêklarasîya Alma Atayêye, bi kîjanê sînorên komarên Sovyêta berê dîyar dibin û li ser bingeha wê yekê ew welat serbixwetî û yekîtîya axa hevd nas dikin”,-Olîvyê Dêkotînî gotîye.??

Zêdetir nîşan bide
Back to top button