H’emû nûçeSereke

Banka avropî ya avakirin û pêşketinê ji bo “Xaçerêya aştîyê” 12 mîlyon yûro ji bo Ermenistanê veqetandîye

Ermenîstan û banka avropî ya nûavakirin û pêşketinê di 14 ê gulanê li civîna salane ya banka avropî ya nûavakirin û pêşdabirinê de li Yêrêvanê li ser dayîna 2 mîlyon yûro alîkarî û 10 mîlyon yûro krêdît ji alîyê bankê ve ji bo avakirina avahîyek peymanek îmze kirin, ji bo çêkirina navenda lojîstîk li herêma Syûnîkê. Navend dê di çarçoveya pêngava “Xaçerêya aştîyê” de bê avakirin.

Navend wê li nêzîkî gundê Şakîyê, li kêleka rêya nû, korîdora Bakûr-Başûr bê avakirin. 5 rêyên trafîkê, platformên kontrolkirina wesayîtan û barkêşan dê bên çêkirin. Navendê wê hemû destûrên pêwîst ji bo veguhestinê bide.

Wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan, piştî îmzekirina belgeyê, di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re eşkere kir ku hukumet wê 20 selefê din (ji 12 mîlyon yûro) bi hev re fînanse bike. Serokê komîteya dahatên dewletê ya Ermenîstanê, Rûstam Badasyan, di heman demê de eşkere kir ku ev tedbîr dê lêçûnên karsazan kêm bikin. “Dema em behsa “Xaçerêya aştîyê” dikin, em ne tenê behsa rêyan dikin, lê herwiha behsa binesazîyên din jî dikin ku divê xizmeta veguhestinê li ser wan rêyan bikin”,-ewî daye kifşê.

Em bi bîr bînin ku di çarçoveya nîqaşa “Rola Kafkasîya Başûr di pêşvebirina rêyên bazirganî, ênêrjî û lojîstîkê yên domdar de”, rêveberê cînara Rojhilat û hêzkirina sazîyê ya komîsîyona Avropayê Adrîên Kîralî banga vekirina korîdoreke Asyaya Navîn bi welatên Yekîtîya Avropayê ve girêdide. Em bala xwe bidinê ku her çiqas nûnerê Yekîtîya Avropayê bi tu awayî navê vê “korîdorê” nade jî, lê dîyar e ku em behsa projeya Tirkîyayê-Adirbêcanê ya “Korîdora Zengîzûrê” dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button