H’emû nûçeSereke

Dem hatîye ku peymanên ku bi Adirbêcanê re hatine kirin bikeve nav peymana aştîyê û îmze bikin: serokwezîrê  Ermenîstanê

Li gorî serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, niha dem hatîye ku peymanên ku bi Adirbêcanê re hatine kirin bikeve nav peymana aştîyê û îmze bikin.

Li gorî rapora “Armenpress”ê, serokwezîr ev yeka  di dema axaftina xwe ya li Kopenhagênê gotîye.

Di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku tevî hemû kêşeyan jî Ermenîstan di wê bawerîyê de ye ku rêhevalê dêmokrasîyê yê rastîn û herî xwestî aştîya mayînde û bi îstîkrar e.

 “Hukumeta min berpirsyariya xwe ya ji bo vê girtiye ser milê xwe. Herî dawî me bi Adirbêcanê re lihevkirinek çêkir ku li gorî danezana Alma Atayê ya sala 1991 ê dest bi destnîşankirina sînorên xwe yên navdewletî bikin.

Ev tê wê wateyê ku di dema veqetandinê de, divê em tenê sînorên îdarî yên di navbera Ermenîstana Sovyêtê û Adirbêcana Sovyetê de, ku li gorî danezana Alma Atayê, dibin sînorên dewletê, ji nû ve hilberînin. Destpêkirina pêvajoya xêzkirina sînora, pêkanîna lihevkirina ku di civîna çaralî ya di 6 ê cotmeha sala 2022 a de di navbera serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, serokê konsêya Avropayê Şarl Mîşêl, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û min de pêk hat. Ew li Prahayê bû”,- serokwezîrê Ermenîstanê bi bîr xist û got ku îdî dem hatîye ku van peymanan di peymana aştîyê de cîh bigirin û nîşan bidin û îmze bikin.

Nîkol Paşînyan, li ser projeya Ermenîstanê ya “Xaçerêya aştîyê” bi taybetî jî wiha got:

“Xaleke din ya sereke ji bo aramîya me ya herêmê projeya “Xaçerêya aştîyê” ye ku ji alîyê hukumeta min ve hatîye destpêkirin. Ev proje destnîşan dike ku Ermenîstan û Adirbêcan veguhestin û danûstandinên din yên di bin serwêrî û dadrêsîya welatên ku tê de derbaz dibin vegerînin û vekin û li gorî prînsîpên wekhevî û berawirdî tevbigerin”,- serokwezîr daye kifşê.

Ewî got ku ev hêmanên konsêptê  15 ê tîrmeha sala 2023 a de di civîna di navbera serokê Adirbêcanê û wî de, ji hêla serokê konsêya Avropayê Şarl Mîşêl ve hatî hêsan kirin û di daxuyanîya giştî ya ku ji hêla serok Mîşêl ve hatîye dayînê  hate xuyan kirin.

 “Em amade ne ku di warê cîbicîkirina rêkeftinên hatine encamdan de bimeşin. Ez dixwazim tekez bikim ku dêmokrasî ji bo Ermenistanê stratêjîyek e. Em bi dêmokrasîyê bawer in, em bi demokrasîyê dijîn”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button