H’emû nûçeSereke

Nava îşê qewînkirina înstîtûtên dêmokratîkda Ermenîstan gihîştîye pêşketineke mezin:Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî piştî şorişa dêmokratîke li Ermenîstanê, dêmokrasî bûye rastî.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî Nîkol Paşînyan derheqa wê yekêda wextê axaftina xweye li Kopênhagênê gotîye.

Nava axaftina xweda ewî ew tişt çawa tiştekî nû hesab kirîye wekî dêmokrasî li Ermenîstanê bûye rastî.

“Hetanî şorişa sala 2018 a, li welatê me feşkirina hilbijartina bibû rêbera wane sade.

Nava welatîyada aminayî tunebû, wekî mecala wan heye ku hukumata nû, yan jî parlamênta nû hilbijêrin. Niha hal cûrekî mayîne.Welatî zanin wekî bona wê yekê ew dikarin birîyara xwe bidin”,-Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye wekî piştî şorişa sala 2018 a hilbijartinên li Ermenîstanê ji alîyê civaka navneteweyîda çawa yên dêmokratîk û aza hatine naskirinê.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan nava îşê qewînkirina înstîtûtên dêmokratîkda gihîştîye pêşketina mezin.

“Em niha nava îndêksa xebera azada himberî sala 2017 a gelekî pêşda çûne”,- Nîkol Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button