Banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê ji bo çêkirina rêya korîdora Bakûr-Başûr 236 mîlyon yûro kirêdît da Ermenîstanê

15 ê gulanê Ermenîstanê û banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê ji bo çêkirina rêya Kacaran-Sîsyanê ya korîdora “Bakûr-Başûr” bi 236 mîlyon yûroyî peymana krêdîtîyê îmze kiribûn.
Qîmetê projeyê bi tevahî 373 mîlyon yuro ye. Rêya nû dê li ser beşên bakur, başûr û navendî bê dabeş kirin.
Pereyên deyn dê ji bo avakirina beşa başûr bê xerckirin. Rê dê mesafeya Kacaranê heta Sîsyanê ji 118 kîlometroyan dakeve 60 î û leza navîn jî dê di sehetê de ji 50 heta 100 kîlometir zêde bibe. Tê plankirin ku ewê heta sala 2030 î ser hevda bê.
Merasîma îmzakirinê di çarçoveya civîna salane ya banka avropî ya avakirin û pêşketinê de tê plankirin ku di 14 ê gulanê de li Yêrêvanê dest pê kirîye û heta 16 ê gulanê wê berdewam bike.
Di pênc salên borî de, banka avropî ya avakirin û pêşketinê 640 mîlyon yûro li Ermenîstanê razemenî kir, piştgirî da pêşkeftina sêktora taybet, başkirina binesazîyê, hilberîna ênêrjîya dikare bê nûkirin û dîjîtalkirina deverên gunda.







