H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê û Slovakîyayê pirsên hevkarîya leşkerî-têknîkî gotûbêj kirine

Dêlêgasîya wezîreta Ermenîstanêye parastinê, ya bi serkarîya cîgirê wezîrê parastinê Karên Brûtyan, bi vexwendina wezîreta Slovakîyayêye parastinê li Bratîslavayê beşdarî pêşengeha parastinê bûye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirine, ku nava çarçoveya pêşengehêda hevdîtina tevî cîgirê serokwezîrê Slovakîyayê, wezîrê parastinê Robêrt Kalînyak û nûnerên senaya leşkerî pêk hatîye.
Wextê hevdîtina, pirsên derheqa hevkarîya leşkerî-têknîkîda hatine gotûbêjkirinê û cêrge pevketin hatine destanînê.







