H’emû nûçeSereke

Miclîsa nûneran ya Ûrûgvayê pêşnûmaya ku 24 ê nîsanê wek roja bîranîna qirkirina Ermenîyan îlan dike bi yekdengî deng da

14 ê gulanê, miclîsa nûneran ya Ûrûgvayê bi yekdengî (74 deng ji 74 parlamêntêran amade bûn) pêşnûmeya qanûna ku her sal 24 ê nîsanê wek “Roja bîranîna qirkirina Ermenîyan” tê ragîhandin, qebûl kir û hemû kanalên têlêvîzîyon û radyoyên dewletê mecbûr dike ku her sal 24 ê nîsanê pîroz bikin.

Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla DiarioArmenia ve hatîye ragihandin.

Hat destnîşankirin ku ev înîsîyatîv  7 ê gulanê ji alîyê Sênatêda  hatîye qebûlkirin, ji ber vê yekê heger ji alîyê rêveberîyê ve li ber çavan neyê girtin, wê di rojên pêş de wek qanûn bê weşandin.

Pêşnûmeqanûn di yekane xala xwe de destnîşan dike ku her sal 24 ê nîsanê ji bo weşana naveroka dengî ya radyo û têlêvîzyona vekirî, ji bo aboneyên bi sînyalên têlêvîzyonê û xizmetên têlêvîzyonê wek “Roja bîranîna qirkirina Ermenîyan” tê ragîhandin.

Proje ji alîyê parlamêntar Nazmî Kamargo, Marîa Yêvgênîa Rosêlon, Xûan Martîn Rodrîgês û Mîkaêla Mêlgar ve hatîye raberkirin.

Parlamêntar Pêdro Cîsdonyan, Karlos Varêla, Rafayêl Mênêndês, Îvan Posada, Marîa Yêgênîa Rosêlo, Fêlîpê Algorta, Ûgo Kamara, Ûbaldo Ayta û Xûan Martînî Rodrîgês beşdarî nîqaşa meclîsê ya ji bo projeyê bûn.

Di axaftinên xwe de, çend ji wan awayê înkarkirina Tirkîyayê û bêcezakirina wê, tawanên Adirbêcanê li dijî gelê Ermenîstanê û Qerebaxê di van salên dawî de, ji wan wêrankirina mîrata çandî ya Ermenîstanê, şermezar kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button