H’emû nûçeSereke

Serokwezîr îmzekirina protokola di navbera komîsyonên dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê de serkeftineke mezin dibîne

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan îmzekirina protokola di navbera komîsyonên dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê de serkeftineke mezin dibîne. Bi ragîhandina “Armênprêss” ê, Paşînyan li civîna hukumeta  Ermenîstanê de  gotîye.

“Komîsyonên xêzkirina sînora yên Ermenîstanê û Adirbêcanê, li gorî protokola ku di civîna hevpar ya 19 ê nîsanê de hat qebûlkirin, li ser xêzkirina sînorên gundên Baganîs-Ayrûm yên Ermenîstanê, Voskêparê yên Ermenîstanê, Aşax-Askîpara yên Adirbêcanê, Kîrans yê Ermenîstanê, Xêyrîmlî yê Adirbêcanê, Bêrkaberê yê Ermenîstanê, Kizil-Hacîlî yê Adirbêcanê beşên dîyarkirî û şirove-protokolên wan beşên sînor îmze kirin. Ez ji ber du sedeman tiştê ku qewimî serkeftineke mezin dibînim.

Ya yekem, ji bo pêşdaçûyîn û bihêzkirina serwêrî û serxwebûna me, kevirekî pir girîng hatîye danîn. Ya duyemîn jî, ji dema serxwebûnê ve cara yekê ye ku komara me bi awayekî fermî xwedî sînorek e, ku dê asta ewlehî û îstiqirarê ne tenê li herêma van gundên navborî, lê herwiha li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bi giştî bi awayekî berçav zêde bike”,- Paşînyan gotîye.

Serokwezîr spasîya komîtêya hukumetê ya dîyarîkirina sînora û pirsên ewlekarîya sînoran bi serokatîya cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan û hemû endamên encûmena asayîşê kir ku rojane beşdarî proseyê bûne.

15 ê gulanê, wezîreta Ermenîstanêye karên der daxuyanîyek da û ragîhand ku nehemîn civîna komîsîyona nîşandana sînorên dewletê û ewlekarîya sînora di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de û komsîyona dewletê ya li ser xêzkirina civînê bi serokatîya cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mûstafayêv de pêk hat.

Civînê de, komîtêyan, sala 2024 a li gorî protokola civîna 8 a 19 ê nîsanê, wan li ser xebata ku hatîye kirin û li gorî nexşeya topografî ya sala 1976  a serfermandarîya giştî ya hêzên çekdar yên Yekîtîya Sovyêtê, li gorî koordînatên ku di encama pîvandinên gêodêzîyê yên li ser malperê de hatine destnîşan kirin, li ser xebata ku hatîye kirin nîqaş kirin, ku di sala 1979 a de di prosêdûra peywirê de derbas bû, raste-rast bi Baganîs (HH)- Baganîs Ayrûm (HH)- Voskêpar (HH) – Aşag Askîpara (AR), Kîrans (HH) – Xêyrûmlî (AR) û Bêrkabêr (HH) – Kizil Hecîl (AR) ji bo ku li gorî sînorên qanûnî yên di navbera komarê de ku di dema hilweşîna Yekîtîya Sovyetê de hebû, pêk bê. Di encama hevdîtinê de protokolek hat îmzekirin. Alîyan li hev kirin ku dem û cîhê civîna bê hevahengîyê bikin.

Serokatîya daîreya ragîhandin û têkilîyên giştî ya serokwezîretîyê jî der barê lihevkirinên ku di encama hevdîtinê de hatin kirin  ji “Armênprêss”ê re nirxandinek kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button