H’emû nûçeSereke

Nava gotûbêjkirinên vekirina rêyên herêmîda Ermenîstan li ser rêya çêkirinêye:Mîrzoyan rastî Bûrîçê hatîye

Piştî îmzekirina konvênsîya Ovîedoyê,   hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Arart Mîrzoyan û sêkrêtara şêwira Avropayê Marîya Bûrîçê pêk hatîye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî konvênsîyayên Şêwira Avropayê nava çarçoveya Şêwira Avropayêda piştgirîyê didine hevkarîya tevî Ermenîstanê.

“Hukumata Ermenîstanê sîyaseta xwe, ya hindava qewînkirina tabîya hindava qanûnê, mîyaserkirina werguhastinên dêmokratîk, berdewam dike û bi wê armancê Şêwira Avropayê bona me dika mecalaye”,-wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Sêkrêtara Şêwira Avropayê, Ermenîstan pîroz kirîye, wekî ewê xwe gîhandîye konvênsîya Ovîedoyê  û hevkarîya nava çarçoveya Şêwira Avropayêda silav kirîye.

Wextê hevdîtinê, pirsên rojeva hevkarîyê hatine gotûbêjkirinê.

Xeberdan derheqa têmayên herêmîda çûye. Mîrzoyanê wezîr derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda, nava wanda usa jî gotûbêjkirinên li Alma Atayê, raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button