Prînsîpeke pêvajoya dîyarkirina sînora îzbat bûye, ya ku wê bi dirêjaya temamîya sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bişuxule:Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan nava pêvajoya dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanêda tiştê herî girîng sînorê wextê hilweşîna Sovyêta berê hesab dike û dibêje wekî ew prînsîpa îzbatbûyî gerekê bi dirêjaya temamîya sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bişuxule.
“Armênprêss” ê ragîhadîye,wekî derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan wextê civîna hukumatê gotîye û encamên cudakirina sînorên li qeza Tavûşê raber kirîye.
Bi axavtina derheqa xemgînîyên derbarê rîya Voskêpar û Baxanîsê, Paşînyan daye bawarkirinê,wekî nava encamê cudakirina sînorada Ermenîstan ne tenê nava axa Ermenîstanêye îzbatbûyîdane, lê bi menîyên nû ew çûyîn-hatina bi wê rê zêdetir bê qezîyaye.
Çi ku derheqa dêra Voskêparêdane, bi gotina serokwezîr, piştî cudakirina sînora êpêce cîh di navbera dêrê û xeta sînorda dimîne.
“Pirsgirêk çima li beşên Voskêpar, Baxanîsê û Bêrkabêrê tune, çimkî me prînsîpeke usa daye pêşîya xwe, wekî sînor kîderêra derbaz dibe, usaye gerekê wêderêra jî derbazbe”,-Paşînyan gotîye.
Bi gotina Paşînyan, ew yek tiştekî girînge, çimkî dîyarkirin bona hemû beşên Ermenîstanê û Adirbêcanê dişuxule.
“Menîke girîng jî ewe, wekî em qayîl bûne vê prînsîpê qebûlkin, çimkî me ev yek çawa formûla cudakirina sînora qebûl kirîye û ew yek gerekê bona temamîya pêvajoya cudakirina sînora bişuxule”,- serokwezîrê Ermenîstanê gotîye û serda zêde kirîye,wekî li wandera, li kîderê pêwîstîya berdaxustina hebe, wî çaxî ew pirs dikare li gorî qanûndarîyên wan welata bê gotûbêjkirinê.
“Feqet, tiştê herî girîng nava vê pirsêda ewe, wekî prînsîpek îzbat bûye, ya ku gerekê bi dirêjaya sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bişuxule û em gerekê sînorê wextê hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê hesab hildin”,- serokê hukumatê gotîye û serda zêde kirîye,wekî li wan beşên sînor, li kîderê pirsgirêk hebin, hukumatê wan pirsgirêka helke.







