H’emû nûçeSereke

Hênrîx Mxîtaryan bala civaka navneteweyî kişand ser mijara girtîyên li Adirbêcanê

Henrîx Mxîtaryan, navbirê “Inter” Milan” ê û kapîtanê berê yê tîma neteweyî ya futbolê ya Ermenistanê, derbarê dirêjkirina dema girtina serkirdeyên leşkerî û sîyasî yên Qerebaxa Çîya li Adirbaycanê de nûçe parve kir. Li gorî rapora “Armênprêss” ê, ewî ev nûçe li ser rûpela xwe ya “Instagram” ê parve kirîye.

Hênriîx Mxîtaryan  îlona sala borî de tevlî hevwelatîyên xwe bû û daxwaza azadkirina serkirdayetîya leşkerî û sîyasî ya Qerebaxa Çîya û girtîyên din yên li Adirbêcanê kiribû.

Adirbêcanê 5 mehên din jî dema girtina serokê duyemîn yê Qerebaxa Çîya Arkady Gûkasyan, serokê sêyemîn Bako Sahakyan, serokê çaremîn Arayîk Harûtyûnyan, wezîrê Qerebaxêyî karên der Davît Babayan, fermandarê berê yê hêzên çekdar, gênêral-lêytênant Lêvon Mnasakanyan, serokê miclîsa neteweyî ya Qerebaxê Davît Îşxanyan ku niha li Bakûyê bi awayekî neqanûnî girtî ne, dirêj kir.  

Zêdetir nîşan bide
Back to top button