Nava pirsa xebitandina îskela Çabaharêda Hindistan hîvîya pêşnîyarên alîyê ermenîye: bayloz

Nava pirsa xebitandina îskela Çabaharêda Hindistan hîvîya pêşnîyarên alîyê ermenîye.
Wextê hevpeyvîna tevî “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda bayloza Hindistanêye li Ermenîstanê Nîlakşî Saha Sînhayê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî sala 2023 a, girêdayî wê pirsêra, wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya Ginêl Sanosyan li îskela Çabaharê qesidîye.
Baylozê serda zêde kirîye,wekî îskela Çabaharê ji alîyê Hindistanê û Îranêda tê pêşxistinê.
“Ji alîyê ermenî em hîvîya pêşnîyarane”,- baylozê gotîye û daye dîyarkirinê wekî wextê gotûbêjkirinên herdu welata, wekîlên Ermenîstanê hindava îskela Çabaharê hewaskarî dane dîyarkirinê.
Ewê usa jî gotîye,wekî rola Yêrêvanê nava îşê pêşxistina girêdana tevî behra Reş û bi hesabhildana wê yekê,wekî rîya Ermenîstanêye berbi behra Reş tune, hewcetîya bernamên diha zêde heye.
“Heger ew yek mîyaserbe, bi fikira min ewê alî bike ku Ermenîstanê dijwarîya altke”,- baylozê gotîye.







