H’emû nûçeSereke

Sênatorên amêrîkî bang li Baydên dikin ku li dijî zordestîya azadîya çapemenîyê li Adirbêcanê û welatên din raweste

Nûçegîhanê Waşîngtonê yê ajansa Tûranê ya Adirbêcanê radigîhîne, wekî komeke sênatorên amêrîkî bi serokatîya Bên Kardîn, Tîm Kêynî,Cêf Mêrkilî, Brayan Şasî û Kirîs Van Holên, bîryarnameyek raberî Sênatê kirine, ku tê de behsa metirsîya zêde ya li ser azadîya çapemenîyê li seranserê cîhanê tê kirin.

Destpêka meha gulanê de, qesira Spî ragîhandibû ku serok Co Baydên zexta li ser azadîya çapemenîyê wek “metirsîyeke cidî li ser ewlehîya neteweyî” dibîne û dê sîzayan li ser zordestên çapemenîyê ferz bike. Di biryarnameya Sênatê de amaje bi êrîşên vê dawîyê yên li dijî azadîya mêdyayê li çend welatan ji wan Adirbêcanê hatîye kirin.

“Li Adirbêcanê hukumeta Îlham Elîyêv ku di hilbijartinên bê hevrikî yên sibata sala 2024 a de cara 5 emîn bû serokkomar, di mehên dawî de dîsa dest bi êrîşa li dijî mêdyaya serbixwe kir û 10 rojnameger hatin girtin”. Di belgeyê de hat ragîhandin ku li gorî komîtêya parastina rojnamegeran xebatkarên Abzas Media, Kanal 13 û Toplum TV  Ûlvî Hasanlî, Sêvînc Vakivkizî, Mohamêd Kêkalov, Hafiz Babalî, Êlnara Gasîmova, Nargîz Absalamova, Azîz Orûcov, Şamo Êmînov, Alêskar Mamedlî û Mûşfîg Cebar in.

 Biryarnameyê de wiha hatîye gotin: “Ev zexta li dijî rojnamegeran e, tolhildana belavkirina wan ya li ser gendelîya di navbera karmendan de ye”. Her wiha tekez li ser wê yekê jî tê kirin ku di sala 2023 a de li cîhanê 320 rojnamevan hatine zindankirin.

Sênator bang li serok Baydên û wezîrê karên der dikin ku di azadîya çapemenîyê de pêşengîya Dewletên Yekbûyî bikin û berpirsîyarên êrîşên li ser rojnamevan û nûnerên mêdya amêrîkî li welatên din berpirsîyar bipirsin.

Di mehên dawî de, li Adirbêcanê bi tawana qaçaxçîtîyê, nêzîkî du deh rojnamevanên ku nûneratîya mêdyayê, kesayetîyên dijber û çalakvanên sîyasî dikin, hatine girtin. Li byûroyên Abzas Media, Toplum TV û apartmanên hin rojnamegeran lêgerîn hat kirin. Rêxistinên navneteweyî bang li rayedarên Adirêcanê dikin ku zextê rawestînin û her kesî azad bikin. 25 ê nîsanê de, parlamênta Avropayê biryarek qebûl kir û bang li rayedarên Adirbêcanê kir ku hemû girtîyên sîyasî serbest berdin. Yek ji kesên herî dawî jî serokê navenda şopandina hilbijartinan û perwerdeya dêmokrasîyê çalakvanê navdar yê mafên mirovan Anar Mamêdlî ye. Di vê derbarê de wezîreta der ya Amêrîkayê û Yekîtîya Avropayê dilgiranîya xwe anîne ziman.

Em vê yekê jî zêde bikin ku komeke ji endamên kongira Amêrîkayê bi serokatîya Dîna Tîtûsê  projeyek raberî miclîsa nûneran kir, ku tê de biryar e ji ber binpêkirina mafên mirovan û opêrasîyonên leşkerî li Arsaxê cezayên li ser rayedarên payebilind yên Adirbêcanê bê sepandin. Karbidestên Adirbêcanê yên ku di qanûnê de têne temsîl kirin nûnerên wezîreta parastinê, serdozgerîya giştî, dadgeha sûcên giran ya Bekûyê, wezîreta karên navxweyî, sêrvîsa ewlekarîya dewletê, sêrvîsa cezayê, sêrvîsa sînor ya dewletê û ofîsa serokomarîyê ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button