H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê amade nabe ku pirsa dûrketina xweye ji qulixê gotûbêj bike: “Peymana sîvîl”

Serokwezîrê Ermenîstanê û partîya “ Peymana sîvîl” amade nabin, ku tevî kesekî pirsa dûrketina serokê hukumatêye ji qulixê gotûbêj bikin.Derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamêntêye pêwandîyên der, parlamêntvanê ji partîya “Peymana sîvîl”, Sargîs Xandanyan gotîye.

Ewî şirove kirîye,wekî ev pirs ya gotûbêjkirinê nîne. Parlamêntvan bîr anîye,wekî sala 2021 ê welatîyên Ermenîstanê bi rîya hilbijartina parlamênt saz kirin, ya ku hukumat kifş kir û serokê wê jî heye.

Parlamêntvan bîr anîye,wekî li Ermenîstanê  desthilatdarî dikare tenê bi rîya dêmokratîk, bi rîya hilbijartina bê guhartinê û ewê sala 2026 a bên derbazkirinê.

“Van roja civîna partîyayê pêk hatîye û ew yek şedetîyê dide, wekî pêwandîyên serokwezîr tevî koma sîyasî aktîvin. Nava sê-çar salên dawîda opozîsîyayê cêribandîye welêtda pêvajoyên cûre-cûre mîyaserke, kîjan negihîştine açixîyê”,-parlamêntvan gotîye.

Bi gotina wî, menî ewe wekî fikira wan pêvajoya ya sîyasî nîne, lê welatîyara jî rêyeke başqe nayê pêşnîyarkirinê.

“Hêza desthilatdar vekirî pêvajoya raber dike, bi taybetî wî çaxî, dema ku gilî derheqa pirsgirêkên ewlehkarîyê û sîyasîya derdane.Desthilatdarî dijwarîya raber dike û rêyên helkirina wan jî nîşan dide.Tê bêjî nava deşta sîyasîda rêyeke başqe tune”,- Sargîs Xandanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button