
Berdevka firaksîyona PDK ê li civata nûnerên Îraqê amajeyê dide: “Hin alî naxwazin Şengal aram û seqamgir bibe. Herwesa dibêje: “Pêdivî ye lihevkirina Şengalê bê bicihanîn ji bo ku ew gênosîda li beranberî ÿzidîyan û þengalîyan hatîye kirin dubare nebe”.
Berdevka firaksîyona PDKyê li civata nûnerên Îraqê Vîyan Dexîl ji K24 ê re ragehand: “Vegerandina bi zorî ya ÿzidîya û þengalîyan ji bo deverên wan ku heta niha aram û seqamgir nînin gênosîdeke din e û ji alîyê wezîreta koç û koçberan ya Îraqê ve tê bicihanîn”.
Vîyan Dexîl amaje jî da: “Wezareta koç û koçberan ya Îraqê bi merem û armanceke sîyasî dixwaze kempan dabixe û wê mijarê wekî destkeftî ji xwe re tomar bike”.
Berdevka firaksîyona PDK ê li civata nûnerên Îraqê herwesa got: “Çi xizmetkarî û avedanî li Şengalê û sînorên wê nînin”. Tekez jî kir: “Vegerandina bi zorî ya awareyan û daxistina kempan gefeke eşkere ye li ser wan”. Rêkxistina Human Rights Watch di raportekê de radigehîne: “Pêngavên wezîreta koç û koçberan ya Îraqê ji bo daxistina kempên awareyan li Herêma Kurdistanê ku nêzîkî 157 hezar kesan li 23 kempan akincî ne gefan li ser silametîya awareyên Şengalê çê dikin”.







