H’emû nûçeSereke

Gelo Îsrayêl qezîya helîkoptêra serokê Îranêva girêdayîye, yan na? : Euronews

Fikirên derheqa wê yekêda wekî Îsrayêl wê qezîya helîkoptêrêva girêdayîye, ya ku serokê Îranê Êbrahîm Raîsî cîguhastî dikir, tiştên nerastin. Derbarê wê yekêda  Euronews ê  ragîhandîye û daye dîyarkirinê,wekî nevsên Îsrayêlêye fermî hetanî niha ev yek şirove nekirine.

Lê belê, li gorî ragîhandinê,ev fikir nava îranîyada bi berfirehyî belav bûye, bi hesabhildana dijminatîya nava herdu welatada.Fikira usa heye wekî Îsrayêlê berê êrîşên cuda-cuda dijî leşkerên Îranêye derecebilind mîyaser kirîye.

Pêşezan difikirin,wekî êrîşa Îsrayêlê, ya ser serokê welêt nêzîkî aqila nîne, çimkî ew yek wê berbi şerê raste-rast bibira û wê ji alîyê Îranêda bersiva sert bihata dayînê.Xêncî wê yekê,Îsrayêl îdarên leşkerî û atomî hildibijêre, lê ne ku kuştinên sîyasî mîyaser dike.

Hatîye gotinê,wekî dema ku ev trajêdîya qewimî, ev yek dikare sertbûna halê li herêmê bide kûrkirinê.

Em bîr bînin,wekî serokê Îranê Êbrahîm Rayîsî 19 ê gulanê li wê helîkoptêrêdabû, ya ku li nehîya Varzakanê rastî qezîyayê hat.Ew piştî heytehola vekirina hîdroêlêktrostansîyayên  li ser sînorê tevî Adirbêcanê vedigerîya Têhranê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button