H’emû nûçeSereke

Ajansa ewlehkarîya atomî piştgirîyê dide bernama Ermenîstanêye atomî: Grossî

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan nava çarçoveya hemcivîna navneteweyîda, ya ewlehkarîya atomî, rastî serokê ajansa navneteweyî Rafayêl Grossî hatîye.  

Grossî rûpelê xweyî X ê da nivîsîye:  

“Tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan hevdîtina kardar pêk hat.Ajansa ewlehkarîya atomî piştgirîyê dide bernama Ermenîstanêye atomî, nava wêda usa jî bilindkirina dereca ewlehkarîya atomî”,- ewî nivîsîye.

Rafayêl Grossî usa jî daye dîyarkirinê,wekî tevî Ararat Mîrzoyan fikir dora pirsên belavnekirina atomê hatine pevguhartinê û yên derheqa milahîmkirina qenckirina penceşêrêye li Ermenîstanê hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button