H’emû nûçeSereke

Çima deqa dawî helîkoptera serokkomarê Îranê hatîye guhertin, çima helîkoptêrêke ku 45 sal bû dihat bikaranîn ? : li pey hîpotêza ketina balafirê

Merasîma sersaxîyê ya serokkomar Êbrahîm Rayîsî, wezîrê karên der Huseyîn Amir Ebdulahîyan û rayedarên din yên ku roja yekşemê di ketina helîkoptêrê de jîyana xwe ji dest dabûn, li Îranê dest pê kir.

Bi hezaran kes li Tevrîzê kom bûn û beşdarî merasîma sersaxîyê ya ji bo bîranîna qurbanîyan bûn. Li Komê, Têhranê û Bîrcanê jî merasîma definkirinê tê plankirin.

Sererkanê giştî yê Îranê komîsyonek ji bo lêkolînkirina qezîya helîkoptêra ku serokkomar tê de bû ava kir. Heta ku encamên wê zelal nebin, şert û mercên hewayê yên xirab hîpotêza destpêkê ya fermî dimîne. Ji Têhranê tu tawanên raste-rast tunebûn, lê sûcên nerasterast hebûn.

Li Tevrîzê bi hezaran îranî xatirê xwe yê dawî ji serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Êbrahîm Rayîsî, wezîrê karên der Huseyîn Amir Ebdullahîyan û kesên pê re ku di encama ketina helîkoptêrê de ji Adirbêcanê vedigerîyan Îranê mirin . Li Îranê şîna 5 rojêye û dûberîn wê analîzkirina hîpotêzên derbarê ketina helîkoptêrê de berdewam dike.

Politico li ser zarê berpirsên pilebilind yên Amêrîkayê ku navên wan nehatin eşkerekirin, nivîsîye. Îdareya serokkomarê Amêrîkayê geşedanên li dor qezîya helîkoptêra serokkomar û wezîrê Îranêyî karên der yê  bi nîgeranî dişopîne. Gotar dibêje: “Tirs hebû ku Têhran Amêrîkayê yan Îsrayêlê bi xistina balafirê tawanbar bike. Lê belê piştî du rojan ji bûyerê, hîpotêza ku sedema wê şert û mercên hewayê nebaş e, hîn zêdetir tê xurtkirin.

Sênatorê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, dêmokrat Çak Cûmêr gotîye, li gorî daneyên pêşîn yên îstîxbaratê, delîleke “lîstika qirêj” tune.

Qesira Sipî bi eşkere ragîhand ku tu welatek bi vê trajêdîyê re tune ye. Berdevkê wezîreta Amêrîkayêye karên der Mêtyû Mîlêr ragîhand, ku hukumeta Îranê ji ber bikaranîna helîkoptêreke ku 45 sal in kar dike ji bo xizmetkirina serokkomar di şert û mercên xirab yên hewayê de, sûcdar e.Wezîrê Îranêyî  karên derî  berê Cewad Zerîf mîlên tohmetbarkirinê ber bi Waşîngtonê ve nîşan da. Wezîrê karên derî  berê gotîye, ji ber dorpêçên Amêrîkayê sêktora firokevanîya Îranê nehat nûkirin û ev jî bû sedema qezyayê.

Analîtîkê sîyasî Hakob Badalyan, li ser belavbûna vê hîpotezê di kanala xwe ya Telegram de matmayî dimîne. Zehmet e ku meriv bifikire ku fîloya balafiran ku li welatekî ku di warê têknolojîk de pêşkeftineke berbiçav heye, fîloya balafiran ku ji serok re xizmet dike, dikare heya nuqteyê xerab bibe.Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku li gorî rojnameya tirkî, di kêliya dawî de wezîrê karên derve yê Îranê û rayadarên din di nav rêwîyên balafira serokkomarîyê de derketine. Di esilê xwe de, divîyabû ku ew bi helîkoptêreke duyemîn vegerin.

Hakob Badalyan: “Em gelek caran tiştek “ji bîr dikin”. Di heyama 45 salên borî de, Îran di bin rêjîmeke awarte de dijî. Û belkî ev bijardeya hişyarane ya êîta Îranê ye, bi hesab û têgihiştinê ku di rewşa rêjîmeke sadetir û asayîtir de, Îran nikare li hember kêşeyên derve yên ku, bi vî awayî yan jî bi awayekî din, bi tevahî xwedî derkevin.

Li gorî wî, jîyîna di rêjîmeke awarte de ji alîyekî ve “temînat” dike “hestek” bilind ya berdewam ya bêîstiqrarîyê, û ji hêla din ve berxwedaneke bilindtir li dijî têknolojîyên zexta hevberî pêk tîne.

 “Eger Îran ragihîne ku tişta ku hatîye kirin qetlîamek e, dîsa jî nayê wê wateyê ku ne kuştine. Di têorîyê de Îran dikare bizanibe ku destwerdanek heye, nîyet heye, lê guncaw nabîne ku behsa wê bike. Ji ber sedemeke hêsan ku di wê rewşê de tevgerek têrker, dê çalakîya tolhildanê bê kirin”.

Şirovekar dinivîse ku em behsa serokê welêt dikin û ragîhandin ku welatekî din ew kuştîye tê wateya tomarkirina ku wî welatî li dijî we şer ragîhandîye û di wê encamê de tê texmînkirin ku divê em bikevin şer. Di vê navberê de, Îran ne dewleteke bi tevahî prîmîtîve e.

Pisporê navneteweyî Davîd Karapêtyan di hevpeyvînekê de li gel “Radyolûr” ê, amaje bi daneyên fermî yên Îranê dike ku guhertoya destpêkê ya ketina balafirê ye, ku bûyerê bi şert û mercên hewayê xirab rave dike, lê îhtîmala guhertoyeke din red nake.

“Her sênaryoyek mûmkîn e, ji ber ku di jêopolîtîkê de bûyer û qezayên tesadûfî çênabin. Herwisa divê wê zanîn ku serkirdayetîya pilebilind ya Îranê rêgirîyê li kîjan welatan kirîye û sûdmendên potênsîyal yên helîkoptêra serokkomarê Îranê kî ne. Di vê rewşê de em dikarin her sênaryoyekê di çarçoveya her dewlet û hêzên koalîsyonê yên li dijî Îranê de binirxînin: Îsrayêl, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, heta Rûsya, Adirbeycan, Tirkîya, hemû sênaryo mimkûn in”.

Lê li gorî pisporê navdewletî, pêwîst e li bendê bin ku lêkolîn bi dawî bibe û zanyarîyên sindoqên reş bên derxistin. Herçend di wê rewşê de jî, li gorî hevpeyamnêrê min, dibe ku Têhrana fermî jî eger hîpotêza têrorê bê piştrastkirin, rastîyê belav neke.

“Ez wisa difikirim ku Îran dewleteke ew qas kûr e ku dikare biryareke navxweyî bide ku li ser wê neaxive, ji ber ku dê nîşan bide ku berevanîya esmanî li axa wê ya serwêr di rewşek xirab de ye ku dibe ku bûyerek weha çêbibe. Yanî ev ji bo wan wê bibe rastîyek bêrûmet”.

Berîya niha jî biryar hatibû dayîn ku hilbijartinên serokkomarîyê yên awarte di 28 ê hezîranê de li Îranê bên kirin.

Hin lêkolîner Mûhemed Baxer Xalîbaf, serokê parlamêntoya Îranê, weke berbijarê îhtîmala serokkomarê nû yê Îranê dibînin. Eger ew namzedîya xwe destnîşan bike, bi îhtîmaleke mezin ew ê bibe rikberê sereke yê serokkomarîya nû. Kesayetekî balkêş tê hesibandin, pîşeya wî ya pîlotîyê jî heye, di şerê Îran û Îraqê de yek ji fermandarên sûpaya pasdarên şoreşa Îranê bû. Xelîbaf du caran beşdarî hilbijartinên serokkomarîya Îranê bûye: sala 2005 a li hember Mehmûd Ehmedînejad û di sala 2013 a de li hember Hesen Rohanî têk çû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button