SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî: em li benda serdana serokkomarê Îranê bo Hewlêrê bûn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragîhandîye: “Ketina helîkoptêra serokkomarê Îranê û şanda pê re em xemgîn û nîgeran kirine”. Ewî her wiha got, ew li benda serdana serokkomarê Îranê bo Hewlêrê bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvro li konsûlxaneya Îranê li Hewlêrê tevlî behîya serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, wezîrê Îranêyî karên der Hösêyn Emîr Ebdulahîyan û hevalên wan bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyanîyeke rojnamevanî de gotîye: “Em hatine bi rêya konsûlxaneya Îranê sersaxîyên xwe pêşkêşî rêberatî, serokatî, hökömet û gelê Îranê bikin û em hêvîdar in ku ev êşa dawî ya gelê Îranê be”.

Mesrûr Barzanî ösa jî gotîye: “Ev bûyer dê bibin sedemek ku gelan zêdetir nêzîkî hev bike û em hemû bikarin pêwendîyên baştir bi hev re ava bikin”.

Ewî dîyar kirîye: “Em li bendê bûn di çarçoveya serdana xwe bo Îraqê de, di çend rojên bê de pêşwazîya serokkomarê Îranê li Hewlêrê bikira, lê mixabin ev bûyera trajîk rû da ku di encamê de serokkomar, wezîrê karên der û hemû hevalên wan canê xwe jidest dan. Vê bûyerê em xemgîn kirin”.

Helîkoptera serokkomarê Îranê Îbrahîm Rayîsî û şanda pê re roja 19 ê gulanê denê êvarê li parêzgeha Adirbêcana Rojhilatê ji ber rewşa keşûhewayê ket xwarê û her yek ji serokkomarê Îranê Îbrahîm Reyîsî, wezîrê karên der Husêyn Emîr Ebdullahîyan, îmamê înîyê yê Tewrîzê Mihemed Ayetûlla Elî Haşim, parêzgarê Adirbêcana Rojhilatê Malik Rehmetî û tîma helîkoptêrê canê xwe jidest dan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button