H’emû nûçeSereke

Bi qîmetkirina Mîrzoyan rojeva pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê diha berfirehye ne ku ew yek çi ku bi qayîlnivîsara têra hatine dîtinê

Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê van dawîya bi fikira baş pêwandîyên xwe û rojeva wan lê dinihêrin.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye, dema ku ewî derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda xeberdaye.

“Dokûmênta meye hîmdar heye, bi kîjanê alî û  kirin dîyarkirîne.Dema ku ez dibêjim,wekî tên lênihêrandinê, ez dixwezim bêjim,wekî pirs tên gotûbêjkirinê û pêvajo wê hebin, kîjan ji wan pirsa zêdetirin yên ku nava dokûmêntêda hatine dîyarkirinê”,- wezîrê karên der gotîye.

Bi gotina wî, mesele, heger dîyaloga dora azadkirina vîza li gorî dokûmêntê têra hatîye dîtinê, lê pirsên başqe jî tên gotûbêjkirinê.

“Niha çi ku 5 ê nîsanê li Bryûsêlê hate elamkirinê û bi encamên wan elametîyava  gotûbêjkirin tevî Yekîtîya Avropayê pêk tên”,- Mîrzoyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî ev yek dide kifşê, ku xwestina kûrkirina pêwandîya heye.

Bi gotina wezîr, dikevine nava wê dîyalogê gelek govek: avyasîya, dîvêrsîfîkasîya êkonomîkî, sûka kirîn-frotanê, bilindkirina standarta û tiştên mayîn.

Bi axaftina derheqa wê yekêda, ku gelo nava wê yekêda tê kifşê ku berfirehbûn heye, wezîrê karên der daye zelalkirinê wekî bi têknîkî peymana nû tune û nayê morkirinê, lê qewilên peymanêda wê neyêne guhartinê, feqet peyman bername û kirên mayîn nade sînorkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button