H’emû nûçeSereke

Cîm Kosta dîyar kir ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî di dema kiryarên şermezarkirina Adirbêcanê de bandora xwe ya li ser Adirbaycanê bi kar neanîye

Endamê kongreya Amêrîkayê Cîm Kosta dîyar kir ku dema ku Adirbêcanê gelek peymanên bi Ermenîstanê re binpê kirin, Amêrîkayê bandora ku li ser Adirbêcanê hebû bi kar neanî.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, Cîm Kosta ev yek ji wezîrê karên der yê Amêrîkayê Êntonî Blînkên re di dema guhdarkirina komîtêya kar û barên der ya meclîsa nûneran de gotîye.

 “Ez bawer nakim dema Adirbêcanê gelek peymanên xwe yên bi Ermenîstanê re binpê kirin, me hêza xwe ya li ser Adirbêcanê bi kar anî. Mebesta min peymana parastinê ya ku me bi wan re heye. Ez difikirim ku tiştê ku Adirbêcanê kirîye şermezar e”,-Kosta gotîye.

Endamê kongreyê amaje bi paqijîya etnîkî ya ku ji alîyê Adirbêcanê ve li Qerebaxê hatîye kirin jî kir. Wî destnîşan kir ku tişta Adirbêcanê bi ermenîyên xwecîhî yên Qerebaxa Çîya kirîye ji hemû têgînên exlaqî wêdetir e.

Kosta anî ziman ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî alîkarîya plankirî ya ji bo alîkarîya koçberên ji Qerebaxa Çîya ji 15 mîlyon dolaran derxistiye 65 mîlyon dolarî, lê belê destnîşan kir ku Ermenîstanê daxwaza 200 mîlyon dolarê zêde jî kirîye û li ser vê jî komîtêya kar û barên ermenîyan ya kongreyê nameyek ji wezîrê karên derra şandîye.

Wezîrê Amêrîkayêye  karên der Êntonî Blînkên di bersiva van gotinên kongirêsê de got ku ya herî baş ew e ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de li ser peymana aştîyê bê kirin. Wî destnîşan kir ku ew ê bi awayekî herî baş bandorê li Ermenîstanê, Adirbêcanê û tevahîya herêmê bike.

Cîm Kosta ji alîyê xwe ve dîyar kir ku di vê mijarê de helwêstên wî û wezîrê karên der ji hev cuda ne. Kosta gotîye: “Birêz wezîrê karên der, ez texmîn dikim ku helwesta me di vê mijarê  cuda ye, bawerîya min bi Adirbêcanê nayê”.

Êntonî Blînkên, di encamê de, destnîşan kir: “Wekî ku yekî carekê got, bawer bikin lê verast bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button