H’emû nûçeSereke

Ez herî kêm 2 welatên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  nas dikim ku beşdarî amadekarîyên şerê li dijî me bûne: serokwezîr

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhand ku herî kêm 2 welatên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  beşdarî amadekarîyên şerê 44 roje yên li dijî hevalbenda Ermenîstanê bûne.

Nîkol Paşînyan di rûniştina pirs û bersivan ya parlamêntoya îcrayê de ev tişt anî ziman û amaje bi daxuyanîya serokkomarê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko ya alîgirê Adirbêcanê kir ku di hevdîtina bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv re li Şûşîyê kiribû.

“Ez herî kêm du welatên Peymana Ewlekarîya Kolêktîv nas dikim ku beşdarî amadekirina şerê li dijî me bûne. Dibe ku wan welatan teqlîdek çêkiribin ku dixwazin alîkarîya me bikin, yan jî bi îdîaya ku alîkarîya me kirine. Lê ez jî dixwazim bêjim ku şer ne li ser Qerebaxê jî bû, ji ber ku min di komîsyona lêkolînê de nîşan da ku wan demeke dirêj pirsgirêka Qerebaxê li ser xwe girtîye. Armanca wî şerî tunebûna dewleta serbixwe ya Komara Ermenîstanê bû”.

 “Ez ê van ceribandinan bidomînim, hîn jî kesên ku divê li ser vê yekê bi gelemperî bibêjin hene”,-ewî gotîye.

Li gorî serokwezîr, hewlên li dijî dewletbûna Ermenîstanê di 9 ê mijdara sala 2020 î de bi ser neketin û piştî wê jî, gulana sala 2021 ê de jî ku miclîsa neteweyî û hukömet hat betalkirin, îstîfa kirin hê nehatîye wergirtin.

“Wana  9 ê gulana sala 2024 a de cêriband, ew bi ser neket û ew ê nexebite, di nav de ji ber pêvajoya sînordarkirinê ya ku pir tê rexne kirin. Bi vê pêvajoya azadkirina sînor re, me îmkana tehrîkkirina pevçûyînên li ser sînor paralelî 9 ê gulana 2024 a ji gelek kesan bêpar hiştin”,-serokwezîr gotîye.

 “Bi pêvajoya azadkirina sînoran re, tiştên ku min got, dibe ku pir zêde xuya bike, lê me ji  60 selefê wê pirsgirêkê çareser kir. Ev deng ji bo ku di nava gel, welatîyan de hişmendîya ku em îro li Kîransê, Voskêparê, Bêrkabêrê kevirên bingehîn yên dewleta xwe datînin û dewlet, ewlekarî, azadî, bextewarî li ser wê ava bibe, nehêle”.

16 ê gulanê, serokê Bêlarûsê Lûkaşênko bi taybetî di hevdîtina bi Îlham Elîyêv re got: “Axaftina me ya berîya şer, berîya şerê We yê rizgarîyê hat bîra min, dema ku me herduyan li ser maseya xwarinê nîqaşek felsefî dikir. Wê demê me destnîşan kir ku şer dikare bi ser bikeve. Girîng e, parastina wê serketinê pir girîng e, ya sêyem jî, me li hev kir, we wê demê li ser mijarê rawestîya, ku piştî şer, qonaxa herî dijwar dê dest pê bike, dema ku hewce bike ku ew axên ku we azad kirine vejînin. Û niha ew dema dijwar hatîye, ku pêwîst e wan erdan vejînin, ji xelkê re vegerînin. Em bi ser ketin, me serkeftin parast, niha divê em wê ji nû ve zindî bikin. Dem hatîye, gelek kar e, zehmet e ku meriv di nav pênc, belkî deh salan de her tiştî bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button