H’emû nûçeSereke

Gilî derheqa çargoşe kîlomêtrada nîne, lê derheqa wê yekêdane ku dewleta Ermenîstanêye serbixwe heye, yan na?: serokwezîr

Axa Komara Ermenîstana serbixwe 29 743  çargoşe kîlomêtre. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  li parlamêntê gotîye û daye dîyarkirinê ku axa Ermenîstanê çiqase.

“Heger kesek dibêje wekî axa Ermenîstana serbixwe 29 743 çargoşe kîlomêtr nîne, bi fikira wan ew rê vedikin ku bêjin wekî axa Ermenîstana serbixwe, mesele 300 000 çargoşe kîlomêtire, lê ew yan fem nakin, yan jî  heger fem dikin,  diha xirab, wekî hema bi wî cûreyî rê bona yên mayîn vedikin ku ew bêjin wekî axa Ermenîstana serbixwe 23 000 çargoşe kîlomêtire.

Li vir gilî derheqa çargoşe kîlomêtirada nîne, lê derheqa wê yekêdane, ku Komara Ermenîstana serbixwe heye, yan na? Heger tu welatekî bêyî axa konkrêtî, wî çaxî tu dikevî nava deşta bêdewletîyê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button