H’emû nûçeSereke

Sîstêmên ku tên vekirinê, gerekê bin kontrola wan welatada bişuxulin, nava kîjanadanin ew: Armên Grîgoryan

Nava çarçoveya forûma hemcîhanîda, ya ewlehkarîyê, sêkrêtarê ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan li Dohayê bi têma “Pêrspêktîva xaçerêya aşîtîyê û pevgirêdanên herêmî” axivîye. Derheqa wê yekêda ji ofîsa sêkrêtarê ewlehkarîyê ragîhandine.

Sêkrêtarê ewlehkarîyê bernama “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye, ya ku ji alîyê hukumata Ermenîstanêda hatîye amadekirinê. Nava çarçoveya wê yekêda ewî derheqa prînsîpên vekirina rîyada xeberdaye û gotîye,wekî sîstêmên ku bên vekirinê, gerekê bin kontrola wan welatadabin, nava kîjanadanin ew.

Wextê axaftinê, Armên Grîgoryan usa jî tehsîra bernama “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye, ya ku dikare herêmê bike bêqezîya û qewîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button