H’emû nûçeSereke

Hevkarîya ermenîya-hindîye parastinê gelekî baş pêşda diçe: bayloza Hindistanêye li Ermenîstanê

Hevkarîya ermenîya- hindîye parastinê gelekî baş pêşda diçe.Hevkarîya parastinê ne tenê parastina têknîkîye, lê em wê yekê çawa pêşketina karebûna lê dinihêrin.Derheqa wê yekêda bayloza Hindistanêye li Ermenîstanê, Nîlakşî Saha Sînhayê gotîye “Armênprêss” ê.

Baylozê daye dîyarkirinê,wekî sala 2022 a piştî seredana wezîrê parastinê Sûrên  Papîkyane li Hindistanê, gelek tişt qewimîne û nava goveka parastinêda xebat tê kirinê, û pêşerojêda ewê bê berfirehkirinê.

Çi ku derheqa korîdora hewêdane, baylozê gotîye,wekî ew gotin yên rast nîbûne.

“Em bi rastî dibînin ku çi cûreyî dikarin têknîkayê bighînine Ermenîstanê.Çi ku derheqa korîdora hewêdane, ew yek înformasîya neraste.Minê bixwesta ew yek bida zelalkirinê. Ez difikirim,wekî pêrspêktîvên hevkarîya meye leşkerî, yên başin û em dixebitin wana zêdetir bidine qewînkirinê”,- bayloza Hindistanêye li Ermenîstanê gotîye. Bi axaftina derheqa wezîrê Yûnanistanêyî parastinê Nîkos Dêndîyas, ya meha sibatêye li Ermenîstanê, wextê kîjanê ewî gotibû,wekî diqewime hevkraîya Ermenîstanê, Yûnanistanê, Fransîyayê û Hindistanê hebe, baylozê gotîye,wekî ev herçar welat jî nava pêwandîyên başdanin, lê derheqa wê yekêda hê zûye bêjin, nenihêrî wê yekê wekî hinek tişt hev digrin. Çawa bersiva wê pirsê ku Hindistanê wekîlê xweyî leşkerî li Ermenîstanê bide kifşkirinê, yan na, baylozê gotîye wekî senaya Hindistanêye parastinê, dixwezî ew ya civakîbe, yan jî ya şexsîbe, ew li gorî standartên hemcîhanî çê dikin û  gelek welatên dinîyayê wan tişta dikirin. Bo wê yekê jî, bi gotina baylozê, bona ku ew pêvajo diha aktîv û koordînasîyakirîbe, Hindistanê li Ermenîstanê wekîlê xweyî parastinê kifşke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button