H’emû nûçeSereke

Hindistan piştgirîyê dide ku bi rîya dîyalogê û dîplomatîyê bighîjine aşîtîya wededirêj: bayloz

Adirbêcan ji sala 2020 î da destpêkirî gavên tevlîhevkirina li herêmê diavêje, rûyê kîjanada ji sed hezarî zêdetir ermenîyên Qerebaxê bi destê zorê ji welatên wan hatine derxistinê. Roja îroyîn jî Adirbêcan naxweze leşkerên xwe ji axa Ermenîstana serbixwe bide derxistinê. Gelo bi çiqasîva ev gav li ser rojeva aşîtîya li herêmê tehsîr dikin. Dora wê têmayê “Armênprêss” ê tevî bayloza Hindistanêye li Ermenîstanê, Nîlakşî Saha Sînhayê qise kirîye. Bi gotina baylozê, Hindistan her dem li ser wê tabîyê bûye ku bi rîya dîyalogê û dîplomatîyê, bighîjine aşîtîya wededirêj.

“Em bi wê yekê şane, wekî van axirîya gavên wî cûreyî hatine avîtinê, kîjan ji alîyê herdu welatada bûne. Li Alma Atîyê  Mîrzoyanê wezîrê karên der û Bayramovê wezîrê karên der rastî hevdu hatine.Ez difikirim,wekî ev herdu welat niha dora sivirê bi hevra diaxivin û bi wê yekê rojeva aşîtîyê didine pêşxistinê”,- baylozê gotîye û serda zêde kirîye, wekî Hindistan her dem texmîn dike wekî tenê bi rîya gotûbêjkirina dikarin li herêmê bighîjine aşîtîya wededirêj.

Bi xeberdana derheqa projeya hukumata  Ermenîstanê, ya bi sernavê “Xaçerêya aşîtîyê”, baylozê gotîye wekî dema ku welat hewcê gulvedanêne, wî çaxî hevraxeberdan dibine kilît.

“Em projeya hukumata Ermenîstanê, ya bi sernavê “Xaçerêya aşîtîyê”, bin wê ronayêda dibînin wekî ewê bona hemû hevkarên herêmê ya kardarbe. Bona me rêyeke başqe tune, çimkî niha pêwîste ku pêwandî hebin û ew bi cûrê rîya hesinî û cûrên mayînbe”,- baylozê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button