H’emû nûçeSereke

Niha pêrspêktîvên hêsakirina mecala xebitandina Çabaharê bona Ermenîstanê tên lênihêrandinê: bayloza Hindistanêye li Ermenîstanê

Rîya Ermenîstanêye berbi behrê tune û bo wê yekê jî li vir hewcetîya bernama heye. Heger bona Ermenîstanê mecala xebitandina îskela Çabaharê bê hêsakirinê, wî çaxî, bi fikira min, ewê alî bike ku Ermenîstan wê yekê altke.Derheqa wê yekêda, bayloza Hindistanêye li Ermenîstanê, Nîlakşî Saha Sînhayê wextê hevpeyvîna tevî “Armênprêss” ê gotîye.

Baylozê daye dîyarkirinê wekî îskela Çabaharê ji alîyê Hindistanê û Îranêda tê pêşxistinê.

“Nava pirsa xebitandina îskela Çabaharê, wextê gotûbêjkirinên tevî alîyê ermenî, ermenîya hewaskarîya xwe daye dîyarkirinê. Wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma  sala derbazbûyî li îskela Çabaharê qesidîbû.Em hêvîdarin,wekî  alîyê ermenî wê fikirên xwe bide hûrkirinê û emê wê yekê hesab hildin, dema ku ji alîyê ermenîda pêşnîyarên zelal bêne stendinê”,- baylozê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button