H’emû nûçeSereke

Qedexeya îxracata mêtalên çeleng û hesin heta dawîya çileya sala 2025 a bi 6 mehên din hat dirêjkirin

Hukumetê di civîna xwe ya  îsal de, biryar da ku qedexeya hinartina madeyên hesinî ku  29 ê tîrmeha îsal de bidawî dibe, bo 6 mehên din heta 30 ê çileya sala 2025 a dirêj kirîye.

Di hincetkirina biryarê de tê gotin ku li Ermenîstanê dêpoyên bi bandor yên mêtalên reş tune ne û fîrmayên hilberîna mêtalên ermenî bermayîyên mêtal yên herêmî wek madeyên xam bikar tînin.

Tecrûbeya van salên dawî ji ber bihabûna van berhemên îthalatî, nepraktîkîbûna aborî ya karkirina bi qermîçok yan jî amadekarîyên mêtalên fer û nefer yên ku wekî madeyên xam têne hinartin nîşan dide.

Cara borî, di encama sepandina qedexeya li ser hinardekirina mêtalên hesin û nefermî de, qebareya hilberîna metalên herêmî gelekî zêde bû, bi taybetî di sala pêş (2021) ya qedexeyê de, hilberîna pola, bi 8,4 qat zêde bûne.

Di encama tedbîrên hukumetê de salên 2022-2024 a de di sêktorê de veberhênan hatin kirin, yên bîyanî jî di nav de “Asêdl”, “Êdmet”, “Askê Grûp”, “Taşîr Grûp” .

Di heman demê de, tê pêşnîyar kirin ku lîsteya hilberên ku bi biryara hukumeta komara Ermenîstanê ve hatîye destnîşan kirin li ser hejmareke hilberên ku têne bikar anîn yan têne vexwarin yan jî bermay û bermah in bê zêdekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button