H’emû nûçeSereke

Valêrî Bûayê banga  qerimandina samanên Adirbêcanê li Fransîyayê û arastekirina van pereyan ji bo vegerandina zirarên li Kalêdonya Nû kir

Endama sênata Fransîyayê Valêrî Bûayê, Adirbêcan bi wê yekê tawanbar kir ku bi taybetî bi handana nerazîbûnan li Kalêdonya Nû, hewl dide aramîya Fransîyayê têk bide.Bûayê banga qerimandina samanên Adirbêcanê kir û arastekirina van pereyan ji bo vegerandina zirara li Kalêdonya Nû ku digihîje  mîlyardek yûroyî. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, Valêry Bûayê di axaftina xwe ya li civîna Sênata Fransîyayê de di dema gotûbêjkirina pêşnûmeqanûna ji bo pêşîgirtina li destwerdanên derve li Fransîyayê, gotîye û da zanîn ku Rûsîya, Tirkîya û Çînistan jî di çalakîyên li dijî Fransîyayê de cîh digirin.

 “Kalêdonya Nû bi tundî ketîye bin bandora Adirbêcanê, Rûsîyayê û Çînistanê, ku hewl didin Fransîya bêîstiqirar bikin û çavkanîyên wê, di nav de nîkêl, bi kar bînin. Raporên têlêvîzyonan nîşan didin ku hin kesayetên “serbixwe” li Kalêdonîya Nû kirasên bi ala Adirbêcanê li xwe kirine û mêdyaya Adirbêcanê wêneyên xwepêşanderan bi wêneyên serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv belav kirine.

Ev rewşa teqîner ji ber destwerdanên biyanî yên ku tenê bi Kalêdonya Nû ve sînorkirî ne, girantir dibe. Fransîya bûye hedefa şerê agahdarkirinê û şerê nû destpê dike û Adirbêcan jî li pişt vê êrîşê ye. Di rêza pêşî ya êrîşê de Adirbêcan e, welatek ku rêjîmeke dîktator e ku bi firotina gazê ve girêdayî ye, li Arsaxê paqijkirina etnîkî pêk tîne, ermenîyan koçber dike û serwerîya dewleteke naskirî ya navneteweyî binpê dike”,-Bûayê elam kirîye.

Ewê anî ziman ku di van salên dawî de, Fransîya li Afrîkayê rû bi rû êrîşên agahdarkirinê bûye, ku bi taybetî ji hêla Rûsyîyayê û Tirkîyayê ve hatine destpêkirin, ku dixwazin Fransîya bi nêokolonyalîzmê tawanbar bikin. “Îro hedefa sereke ya van êrîşan herêmên Fransîyayê ne, bi taybetî jî li herêmên derva. Kalêdonya Nû û Polînêzya di refên herî pêş yên van tundûtûjîyê de ne û dîsa Adirêcan hewl dide bandorê li beşek ji gelê herêmê bike.

Îlham Elîyêv  sala 2023 a de di civîna bilind ya tevgera Bêalî de, Fransîya bi sûcên kolonyalîzmê û qirkirinê yên li Afrîkayê, Başûrê Rojhilatê Asîyayê û herêmên derveyî welat sûcdar kir û her wiha parastina serwerîya Komorê ya li girava Mayottê ya Fransîyayê ya li okêana hindê kir. Guhnedana normên hiqûqê, xwerêveberîya gelan, ji ber ku gelê Mayotê  mijdara  sala 2023 a de ji bo parastina statûya Fransîyayê deng da. Wî tometên xwe dubare kir û got ku Fransîya bi netenêkirina îstiqrara xwe ne tenê kolonîyên berê û yên niha, lê her weha li okêana hindî û herêma wan jî zemîna şerên nû amade dike. Ji alîyê împêratorîyên kolonyal, Rûsîya bi satêlaytên xwe ve, Tirkîya ku hêvîyên xwe yên pantûrkîst didomîne, xewina vegerandina împêratorîya Osmanî dibîne û Adirbêcana ku li ermenîyan paqijîya etnîkî dike ev durûtî ye. Endama Sênatoya Fransîyayê gotîye: “Moskva, Enqere û Bakû îmaja Fransîyayê wek hêzeke kolonyalîst ya hov belav dikin, di heman demê de bi armanca lawazkirina dêmokrasî, yekîtîya neteweyî û têkbirina îmaja navneteweyî ya welatê me zextan dikin”.

«”Me heman tişt bi qerimandina samanên Rûsîyayê ji bo Ûkraînayê kir. Ez hêvî dikim ku ev pêşnûme bibe destpêka xebateke kolêktîv û berfirehtir, wek nimûne, li ser mijara bandora derve li zanîngehên me. Em ji rapora meclîsa neteweyî dizanin ku Çînistan ji  70-80 selefî di nav hewildanan de ye ku bandorê li qadên akadêmîk û zanistî yên fransî bike. Heman tişt li ser Tirkîyayê û herwiha hin welatên Rojhilata Navîn ku Îran jî di nav de ye, dikare bê gotin. Her wiha Adirbêcan bi hevalbendên xwe Rûsîyayê û Tirkîyayê re bi hewldana dagirkirina herêmên me re dibe alîkar ku aramî çêbibe. Em dikarin îşaret bi bandora birayên misilman bikin, ji doza Samûêl Patî bigire heta têdbîrên nakok yên li dijî dîyardeyên Îslamofobîyê. Sîya “Birayên misilman” li ser welatê me daleqandî ye. Ez di wê bawerîyê de me ku divê em li hemberî van şer û pevçûyînên ku em tê de ne, bilez tevbigerin. Îdî em nikarin çavê xwe ji vê destwerdana ku her ku diçe bihêztir dibe, bigrin. Ji bo Jak Şîrak, ez bêjim ku dêmokrasîya me dişewite û em li cîhekî din digerin. Divê em cesareta rizgarkirina azadîya xwe hebin û bihêlin ew hebûna xwe bidomîne ji ber ku heq dike”,- Bûayê  gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button