H’emû nûçeSereke
Balyozxaneya Padişatîya Yekbûyî piştgiriya xwe ji bo welatîyên ku ji ber lehiyê li herêmên Lorîyê û Tavûşê zîyanê ketine, ragihand

Balyozxaneya Padişatîya Yektîyê piştgiriya xwe ji welatîyên ku ji ber lehîyê li herêmên Lorîyê û Tavûşê zyanê ketine nîşan dide û ji malbatên qurbanîyan re jî sersaxîyê dixwaze. Li gorî rapora “Armênprêss”ê, balyozxaneyê li ser rûpela xwe ya “Facebook” ê ragîhandîye.
Peyamê de hatîye gotin: “Em rewşê bi baldarî dişopînin û xebatên ku di vê kêlîyê de ji alîyê rayedarên Ermenîstanê ve hatine kirin, teqdîr dikin”.
Ji bo birêvebirina rewşa awarte ya ji ber lehîya ku li navçeyên Lorîyê û Tavûşê, Yêrêvanê, çemên Dêbêdê, Axstêvê û Taşîrê rabûye, bi biryara serokwezîr Nîkol Paşînyan, ştaba opêratîv hatîye sazakirin, bi çerokatîya wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Ginêl Sanosyan.







