H’emû nûçeSereke
Hejmara qurbanîyên lehîyê yên li Lorîyê û Tavûşê gihîştîye 4 kesan

Li Lorîyê û Tavûşê di encama lehîyê de 4 qurbanî hene. Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Ginêl Sanosyan di brîfîngekê de ji rojnamevanan re gotîye.
“Berîya demekê cenazeyê yek ji kesên winda jî hate dîtin. Em dikarin bêjin ku di encama vê karesatê de 4 mexdûrên me hene”,-Sanosyan gotîye.
26 ê gulanê li herêmên Lorîyê û Tavûşê ji ber barana zêde û herikîna çemên Dêbêdê, Axstêvê û Taşîrê lehî rabû. Di encama lehîyê de mal, avahî di bin avê de man, rê hilweşîyane.







