H’emû nûçeSereke

Serlêdanên nû ji bo Yekîtîya Avropayê: sîgnalên fermî hatin şandin, rojev berfireh dibe

Wezîreta Ermenîstanêye karên der têkildarî hin agahîyên ku di çapemenîyê de der barê guhertina heqê vîzeya şêngênîyê de cîh digirin,  daxuyanîyek da.

Di ronîkirinê de, wezîretê da zanîn ku “Heqê vîzeya şengênîyê ji bo welatîyên Ermenistanê  sala 2012 a de “Li ser hêsankirina dayîna vîzeyan di navbera Komara Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê” de hatîye dîyarkirin. Bi peymana ku di 17 ê kanûnê de hatibû îmzekirin, ji ber vê yekê, guhertina muhtemel ya mezinahîya heqê vîzaya şêngenîyê ji hêla Yekîtîya Avropayê ve dê ji bo hemwelatîyên Ermenîstanê derbaz nebe.

Bîr bînin ku li gorî peymana navborî, heqê formên serlêdana vîzêyê 35 yûro ye, û heke vîza ji hêla pêşkêşkerek kar û barê derveyî bi navendên vîzayê ve bê peyda kirin, divê xercê vê karûbarê ji 30 yûro derbaz nebe.

Hêjayî gotinê ye ku niha Yêrêvana fermî bi awayekî vekirîtir behsa berfirehkirina rojeva ber bi Yekîtîya Avropayê dike. Berê jî di wî warî de gavên pratîk hatine avîtin, îşaret û daxwazên Yêrêvanê hatine veguhastin, rayedarên payebilind piştrast dikin.

Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê di van demên dawîn de têkilîyên xwe û rojeva wan ji nû ve sererast dikin. Ev yek ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî karên  der Ararat Mîrzoyan ve jî rojek berê hatibû piştrastkirin.

Niha mijar têne nîqaş kirin, û dê pêvajoyên ku ji ya ku CEPA peyda dike wêdetir pêk bên. Em CEPA û amûrên nû yên ji derveyî CEPA bi Yekîtîya  Avropayêre nîqaş dikin. Îradeya me ya sîyasî ya herdu alîyan heye ku têkilîyên xwe kûrtir bikin. Ez dikarim bêjim ku ev qad gelek in, ji hewavanîyê bigire heya cihêrengîya aborî, nêzîkbûna bazaran, bilindkirina kalîteyê, standartan.

CEPA, ku di sala 2017 de ji hêla Ermenîstanê ve hatîye îmze kirin û sala  2018 de hate pejirandin, peymanek tenê ji bo rêformên aborî û qanûnî bû. Mijara serbestberdana vîzayê jî di wan çarçeweyan de bû. Dema dawî ya peymanê sala 2026 a bû. Destpêka kûrkirina peywendîyên nû hem di axaftina serokwezîr Paşînyan ya li Strasbûrgê de, bi mebesta “bi qasî ku Yekîtîya Avropayê dixwaze nêzîkî Yekîtîya  Avropayê bibe” û hem jî di civîna sêalî ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî de hat danîn. Ev hemû dê bandorê li şertên CEPA neke, Mirzoyan dîyar dike.

“Ji hêla têknîkî ve, peymanek me ya nû tune û em îmze nakin. Ji ber vê yekê, kiryarên ku ji peymanê derdikevin jî dê neguherin. Lê girêbest di heman demê de me sînordar nake ku projeyên hevbeş yên din, yên din hebin. Bi gotineke din em ê CEPA yê di warê pêkanîna tam de bidomînin, di heman demê de em hêmanên din jî têxin rojeva têkilîyên xwe yên dualî. Ne kêm girîng e”.

Serokê komîtêya daîmî ya têkilîyên derve ya meclisa neteweyî Sargîs Xandanyan dîyar dike, di rastîyê de ev hemû li ser demeke girîng e. Li gor wî, rê li ber întêgrasyona avropî dirêj e, ne tenê di warê nêzîkbûna standartên avropî yên di warên cîhê de yan jî nîyeta alîyên ermenî de. Rêaksîyona berevajî jî girîng e.

“Em dizanin ku îro welatên avropî û Yekîtîya Avropayê jî li ber çavan re rewşa jêopolîtîk, şerê li Ûkraynayê, her weha pirsgirêkên sîyasî yên navxweyî, pirsgirêkên navxweyî yên aborî û civakî bi xetereyên pir cidî re mijûl dibin. Û dixuye ku sîyaseta berfirehkirina Yekîtîya Avropayê hîn jî ne lihevkirinek di nav welatên endamên Yekîtîya  Avropayê de ye. Gava îşaretek zelal ji Ermenîstanê re bê ku Yekîtîya Avropayê bi rastî amade ye Ermenîstanê di nav malbata xwe de bipejirîne, bi xwezayî gavên Ermenîstanê dê pir bileztir û nermtir bin. Li vir pirsek heye ku ji her du alîyan re îhtîmalek bê şandin û ev îhtîmala hanê bi eşkere ji alîyê Ermenîstanê ve ji Yekîtîya Avropayê re hate şandin û ev yek ji dema axaftina serokwezîr li parlamêntoya Avropayê ya li Strasbûrgê ve hate kirin.

Di her rewşê de, van gavan hîn encamên berbiçav dernexistine. Pirsgirêka destpêkirina nîqaşên li ser serbestîya vîzayê di çarçoveya CEPA de hîna li bendê ye.

 “Bendewarîya me ew e ku rojek berî rojekê danûstandin dest pê bikin, ji ber ku qonaxa yekem rêkeftina Yekîtîya Avropayê ye ji bo destpêkirina danûstandinan. Daxwaz hatîye şandin, me ew daxwaz pêşkêş kirîye ku em dixwazin vê proseyê dest pê bike û niha gotûbêj li qada Yekîtîya  Avropayê ye û dema Yekîtîya Avropayê biryarê bide, yanî li ser vê mijarê bigihêje lihevkirinekê, dê danûstandin dest pê bikin , ku çend salan digire. Di rewşa welatên din de jî çêbû. Lê ev yek ji mijarên herî girîng e ku em bi Yekîtîya Avropayê re radigihînin. Ya duyemîn jî bidestxistina amûra aştîyê ya Avropayê ye, ku li derdora wê jî atmosfereke erênî xuya dike û ez hêvî dikim ku Yekîtîya Avropayê bi kêmanî heta dawîya îsal vê biryarê bide.”

Wê kengê biryarên zelal li ser rêya Yekîtîya Avropayê bên dayîn, Xandanyan zehmet dibîne ku tarîxekê dîyar bike. Lê ew eşkere dizane.

“Divê bê fêhmkirin ku dibe ku di navbera girtina van biryaran û bidestxistina encamên ku tijî tehdîd e de demek dîyar hebe. Ji bo derbazkirina van tehdîdan jî divê em bi qasî ku dibe berxwedêr bin”.

Hemû hêzên sîyasî yên di nava Ermenîstanê de li gel van biryarên desthilatdarîyê ne. Bi taybetî koma dîplomatîk ya ku di çarçoveya tevgera “Tavûş ji bo welatê dayîkê” hatîye avakirin îdîa dike ku di vê qonaxê de ji bo Ermenîstanê ne hewce ye ku kiryarên tund bên kirin. Ew îdîa dikin ku pêwîst e têkilîyên bi hevkarên stratêjîk re, berî her tiştî bi Rûsyayê re vegere.

Berevajî van îdîayan, di van demên dawîn de bi beşdarîya gelek partîyên qada sîyasî ya Ermenîstanê platformeke hêzên dêmokratîk hat avakirin. Ev baskê hêzên sîyasî wê di pêwîstîya întêgrasyona Avropayê de îsrar bike. Ew difikirin ku rêya rast ji bo Ermenîstanê ew e ku serî li Yekîtîya Avropayê bide da ku statûya welatekî berendam bistîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button