H’emû nûçeSereke

Bona helkirina pirsgirêkên lez, yên li gundên ji lêyê zîyanêketî, hukumatê 300 mîlyon diram cuda kirîye

Hukumata Ermenîstanê birîyar kirîye 300 mîlyon diram bona gundên qezayên Tavûşê û Lorîyê zîyanêketî cuda bike.

Wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma, Ginêl Sanosyan jî wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî derheqa wê yekêda gotîye. “Ev pere bona xebatên lez têra hatine dîtinê. Ser wan perada wê bere-bere zêdekirin hebin, lê derheqa xercên tomerîda hê zûye bêjin. Gilî derheqa mîlyarda diramadane”,- Ginêl Sanosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button